Li Fînlandayê yekem mekanîsyena Kurd: Jinek dikare firokek bifirîne

Dilşan a di 12 saliya xwe de ji Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve penaber bû, ev 5 sal in li welatê Fînlandayê dijî û dibe yekem mekanîsyeneke Kurd. Dilşan got: “Jin dikarin hemû karên mekanîk bikin, bibin pîlot û balafirê bifirîne.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo Carna derketina ji cihê ku mirov lê hatiye dinê ya ber bi welatekî din ve, derfetên nû ji bo avakirina kesayetê û garantîkirina siberojek baştir peyda dike. Lê bi şertê ku mirov çand, ziman û nasnameya xwe biparêze, bide nasîn û winda neke. Ev hevok, rastiyeke kûr a serdema nû û bi taybetî ya serpêhatiya koçberiyê radixe ber çavan. Koçberî ne tenê guhertineke erdnîgarî ye, di heman demê de rêwîtiyeke giyanî, derûnî û çandî ye. 

Xwebûn mertala herî xurt a mirov e

Helwesta herî rast û saxlem a li hemberî vê rewşê, ne girtina deriyan a li ber dinyaya derve ye û ne jî windakirina xwebûnê ye. Jiyana li derveyî welat dikare bibe derfeteke mezin ji bo siberojek baştir. Lê belê, ev serketin tenê wê demê watedar û bi rûmet e ku mirov ziman, çand û nirxên xwe yên resen biparêze. Xwebûn mertala herî xurt a mirov e li hemberî windabûnê û mirov çiqas xwedî koka xwe be, ewqas dikare bi bawerî ber bi pêşerojê ve gav bavêje.

Ji ber rewşa aborî ya xirab û zextên rejîma Baasê yên li ser gelê Kurdistanê, di 20 salên borî de gelek malbatên Kurd koçberî hilbijartin. Her çiqas çûyîn zor be jî, ew malbat li şert û mercên baştir, jiyaneke bi rûmet û  li ewlehî digeriyan.

Ji Efrîna Kurdistanê ber bi Fînlandaya Ewropî

Yek ji wan jî, malbata Dilşan Toran a 23 salî ya ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye. Dilşan di 12 saliya xwe de bi malbata xwe re di sala 2015’an de penaberê Bakurê Kurdistanê bû. Piştî 7 salan berê xwe dan welatên Ewropayê. Nêzî 5 sal ango ji 2021’an û vir ve Dilşan û malbata xwe li welatê Fînlandayê dijîn. Dilşan Toran, li Fînlandayê ji bo azadiya xwe ya aborî, kesayetî û serxwebûna xwe ket nav lêgerîna xwendin û kar. Dilşan di 1’ê Adara 2026’an de li Peymangeha Koulutuskeskus Salpaus, fakulteya Salpaus–autoala, beşa Ajoneuvoala-Automekaanikko, Ammatillinen koulutus wekî cûreya lêkolîna perwerdeya pîşeyî ye, dest bi xwendinê kiriye. Perwerdehiya pîşeyî (Ammatillinen koulutus) li Fînlandiyayê rêyeke perwerdehiyê ya pratîkî ye ku balê dikişîne ser peydakirina jêhatîbûn û ezmûnên pêwîst a ji bo ketina rasterast a bazara kar ji xwendekaran re û bi tevahî ji perwerdehiya zanîngeha akademîk cuda ye. Dîlşan Toran ji bo xwe karekî hêsan û ji rêzê, hilnebijart.

‘Min dixwest debara malbata xwe bikim

Dilşan, ji ajansa me re çîroka xwe ya penaberiyê û serxwebûna xwe ya aborî û perwerdehî vegot. Dilşan, di destpêkê de diyar kir ku ew ji temenê biçûk ve dixebitî û hewl dida ku xwe bispêre hêza xwe û wiha got:“Ne ji ber ku kar bijartinek hêsan bû, ji ber ku min dixwest debara malbata xwe bikim û piştrast bikim ku em ne hewceyî kesekî din in.”

‘Efrîn ne tenê cihekî jiyanê bû

Dilşan, da zanîn ku derketina ji Efrînê biryarek qet hêsan nebûye, ji ber ku ji bo wê Efrîn ne tenê cihekî jiyanê bûye û wiha berdewam kir: “Ew mala me, bîranînên me, jiyana me û her tiştê ku me dizanî bû. Lê şert û mercên dijwar em neçar kirin ku em li cihekî bigerin ku bikaribin bi ewlehî lê bijîn û hewl bidin ku pêşerojek çêtir ava bikin.”

‘Fêrbûna jiyana Fînlandiyayê dijwar bû

Dilşan, ragihand ku ji bo fêrî ziman û çanda Fînlandiyayê bibe du salan zehmetiyên mezin jiyaye û axaftina xwe wiha domand: “Jiyan li vir zor e, 6 meh bê navber avhewa sar e û demsalên wî jî her zivistan e. Pileya wê germahiyê 40 pile di bin sifirê de ye, ango hewaya wê pir sar û dijwar e. Lewra heta ku ez fêr bûm, demek dirêj derbas bû.”

Li Fînlandayê bû yekem mekanîsyena Kurd

Dilşan bal kişand ser cûdahiya di navbera Efrîn û Fînladayê de ya çandî û derfetên ji bo jinan a di bazara kar de tên pêşkêşkirin û wiha anîn ziman: “Jin li Efrînê nikarin di mekanîkê de kar bikin an jî bixwînin. Ji ber pir ecêb tê dîtin ku jin di mekanîkê de kar bike û karê wê bi şermbûnê tê pênasekirin. Her tim karê mekanîk mîna karê mêran hatiye dîtin û nabe ku jin wê bikin an jî karekî cûda bikin. Li Fînlandaya Ewropayê gelek jin mekanîsyen in, lê hemû jî Ewropî ne. Ez tekane jina Kurd im ku li Fînlandayê mekanîsyen im.”

Di navbera xwestek û pêşniyarê de ketina nav cîhana mekanîkê

Dilşan Toran a ku dixwest destpêkê hemşîrtiyê bixwîne, wiha behsa bijartina mekanîkê kir: “Birayê min hilbijartiba ku ez beşa mekanîkê bixwînim û ji min re got ku zehmet e. Bavê min gelek piştgirî da min ku ez dest bi vê gava xwe ya pîşeyî ya ewil bikim. Her çiqas roja yekem û hefteya yekem ji bo min zehmet bû jî, di nav 6 mehên borî de ez fêrî gelek hûrguliyên otombîlê û çêkirina wê bûm. 6 meh derbas bûn, lê du sal û nîv mane ku ez tiştên hêj girîngtir fêr bibim. Derfeta fêrbûnê li pêşiya min e.”

‘Ji bo xeyalên xwe têbikoşin

Dilşan Toran, bang li jinan û jinên ciwan ên ku hişmendiya baviksalarî li pêşberî xwe kirine asteng kir ku xeyalên xwe pêk bînin û bixwînin. Dilşan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:“Ez bang li jinên ciwan ên xwedî xeyalên mezin dikim ku girîngî nedin nêrînên paşverû yên civakê, bila xeyalên xwe pêk bînin û ji bo pêkanîna xeyalên xwe têbikoşin û ked bidin. Tu tişt bi hesanî nayê bidestxistin. Jinek dikare bibe mekanîk û bibe pîlot û balafirê bifirîne. Em wek jin dikarin gelek karan bikin. Ji ber êdî cûdahiya mêr û jinan ji hev tune ye. Wek jin, armanca me serkeftin e. Lewma ez wek Kurdek dixwazim li Fînlandayê biserkevim.”