Li Filistînê Henan a 13 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin

Sûcê kuştinê yê medyaya civakî ya Filistînê hejand qetilkirina Henan El – Boujş a 13 salî bi destê bavê wê bûye.

Navenda Nûçeyan- 21'ê Îlonê zaroka keç a bi navê Henan El-Boujş a 13 salî ji aliyê bavê xwe ve rastî lêdanê hatiye heyanî ku jiyan xwe jidest daye. Ev bûyer li ser tura civakiya Filistînê hate şermezarkirin û negirtina dozê hate xwestin û daxwaza ceza kirina bavê keçikê yê kujer hate kirin.
Agahiyên pêşîn diyar kirin ku Henan ji bajarokê Rafahê yê herêma xezayê bû û du rojan li pey hev ji dibistanê qutbibû. Pişî ku lê hat pirsîn hate zanîn ku ew ji ber lêdana dijwar ji hêla bavê xwe ve hate kuştin.
Ev bûyera kuştina Henan a 13 salî kuştina keça temen biçûk a Filistînî Izzat Qwaider ku di tebaxa borî de ji hêla xizmê xwe ve hate qetilkirin tîna bîra mirov. Ev yek bû sedema hêrsa parêzvanên mafên mirovan û derdorên civakiyên Filistînê. Navenda mafên mirova bang li ser rayedarên pêwendîdar kir ji bo parastina mafê jin û zarokan bi taybet şîdeta nava malbatê û pejirandina cezayên ragirtinê li dijî sûcdaran bikin.