Li Eyn Îsayê navenda Kongreya Star vebû
Li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî piştî xebatekê têr û tijî ji aliyê jinan ve yekem car navenda Rêxistina Kongreya Star li navçeyê hate vekirin.
Kobanê-Ruxmî ku şer û pevçûn li herêmê diqewime jî Endamên Kongreya Star bê navber xebatên xwe didomandin, lê dîsa jî bi israr hemû çalakiyên xwe bi awayekî çalak pêk tînin. Ji bo ku pirsgirêkên jinan û civakê bêne çareserkirin hewce hat dîtin ku navenda Kongreya Star li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin û xebatê jinan hîna firehtir bibe. Di nava vekirina navenda Kongreya Star de pêşengehek bi wêne û pirtukên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alavên filiklorî hate li dar xistin. Welatiyên navçeya Eyn Îsayê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin ji aliyê Komîteya Jin a Kantona Girê Spî Wefa Başa ve hat kirin.
Wefa vekirina navenda Kongreya Star li navçeya Eyn Îsayê pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Destpêkê ez vekirina navendê li hemû jinan pîroz dikim. Armanca me ji vê vekirine ewe ku em jinan bi rêxistin bikin û saziyên xwe berfireh bikin. Beriya dagirkina bajarê Girê Spî pêwîst bû ku ev navend bê vekirin, ji ber sedemên ku şer li navçeyê me heye, me nedikaribû ku bi awayekî fermî vekin. Bi vekirina navendê re me îroj pêşengehek ji bo Rêber Apo vekir ev yek jî di nava rêze çalakiyên Kongreya Star ji bo rojbûna Rêber Apo ye."
Paşê dayikan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" deriyê navendê vekirin. Mêvanên ku beşdar bûn pêşengehê temaşe kirin.