Li Eyn Îsayê jin rûxmê êrişan ji bo 8’ê Adarê meşiyan
Jinên navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê bi boneya Roja Jinan a Cîhanî meşiyan. Jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb destnîşan kirin ku ew ê bi têkoşîneke hevbeş destkeftiyên jin biparêzin û şoreşa azadiyê mezin bikin.
Eyn Îsa – Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî ku tevger û rêxistinên jin yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Adarê de ragihandin, îro rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û rojane di bin bombebarana dewleta Tirk de ye, meşek girseyî lidar xistin.
Li Eyn Îsayê ku rojane êriş û bomberana dewleta Tirk li ser heremê heye jin guh nedan êrişên dagirkeriyê. Di meşa ku di bin diruşmeya "Bi jin, jiyan, azadî re ber bi şoreşa jinê ve" hat birêxistinkirin de, bi dehan jinên navçeyê yên ji pêkhateya Kurd û Ereb bi cil û bergên xwe yên gelêrî, her wiha sazî û dezgehên Eyn Îsa yê amede bûn.
Rûxmê êrişan jin yek deng in: Jin Jiyan Azadî
Beşdarvanên meşê li ber mizgefta Mezin ya Eyn Îsa yê kombûn û bi hilgirtina posterên rêberkê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, wêneyên têkoşerên jin Zehra Berkel, Hebûn Mele, Emîne Weysî, Leyla Agirî yên di dem û dîrokên cûda de di êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn û bi berzkirina diruşmên "Jin, jiyan, azadî" dest bi meşê kirin û li çarxareya şehîd Cûdî rawestiyan.
Têkoşîna li hember pergala mêr-dewletê
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star ya herêma Firatê Lujeyn El-Salim axivî. Lujeny El-Salim a dîroka 8’ê Adarê û mîrateya ku ji wir dirêjî roja me dibe anî ziman, wiha got: "Ev roj yek ji zemînê şoreşên jinan yên li hember pergala mêr-dewlet e. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî li ser heman bingehî pêk hat, lê ferq û cudabûna şoreşa me ew e ku jinan dikarbûn ji bo mafê xwe yê di tevahî qadên jiyanê de têbikoşe û bi dest jî bixe. A niha jin siyasetmedar, fermandar, rêveber û di hemû cihên biyarê de cih girtine. Li ser vê bingehê em dibêjin ku şoreşa jin ya ber bi azadiyê ve birêket û êdî tu kes nikare çirûska wê vemrîne."
Pişt re helbest ji aliyê jinan ve di derbarê azadiya jin û wateya 8'ê Adarê de hatin xwendin û meş bi diruşmên "Bê serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
Jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên beşdarî meşê bibûn, peyam û hestên xwe yên di vê rojê de ji ajansa me re bilêv kirin.
‘Jinên Kurd û Ereb di bin sîwana heman bîrdoziyê de daxwaza azadiyê dikin’
Endama Meclîsa navçeya Çelebiyê Xedîce El-Faris anî ziman ku 8’ê Adarê roja têkoşîn û serhildanê ye bi kelecana pêşwazîkirina 8’ê Adara vê salê wiha got: “Bi taybet îsal ji bo me gelek cuda û bi wate ye ku me 8'ê Adara 2023'an bi dirûşma Rêber Apo "Jin, jiyan, azadî" hembêz kir. Bilindbûna vê siloganê li seranserî cîhanî û ji aliyê jinên ji netewên cuda berzkirin, îsrara biserxistina şoreşa azadiya jin bilind dike. Ji ber vê di meşa me ya îro de ev yek xwe da der ku jinên Kurd û Ereb di bin sîwana heman bîrdoziyê de daxwaza azadiyê dikin. Di vê meşê de yekîtiya jinan ya bihêz diyar e, li gel hevdû posterên Rêber Apo hildan û têkoşîneke hevbeş meşandin nîşaneya serkeftinê ye. Ji ber vê em ê van destkeftiyan biparêzin û şoreşa xwe cîhanî bikin."
‘Rûxmê êrişan jî em çalakiyên xwe lidar dixin’
Endama Koordînasyona Kongreya Star ya navçeya Sirînê Rûqeya El-Mihemed jî bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê û wiha axivî: “Tevî êrîşên dewleta tirk yên bê navber li ser Eyn Îsa, me çalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê lidarxistin. Di van çalakiyên me de gelek peyam hene, di nav de jî li hember dagirkeriya dewleta tirk û bilindkirina asta berxwedanê ji bo rizgarkirina xaka me. Bangawaziya me ya di vê rojê de ji bo jinên ku niha li ser piyan in, divê ku êdî hûn jî daxwaza pergaleke ku maf û nasnameya we diparêze bikin. Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke ku tevahî jin dikarin sud jê bigirin û li ser vê bingehê çalakiyên xwe birêxistin bikin. Pêwîste ku têkoşîna jin di çarçoveya rojekê de asteng nemîne, ji ber vê ka em werin bi hev re jiyan û pergaleke azad biafrînin.”