Li Eyn Îsa û Şehba êrîş hatin şermezar kirin
Welatiyên Eyn Îsa û Şehbayê êrîşên dewleta tirk li hember herêmê bi meşan şermezar kirin.
Eyn Îsa/Şehba – Dewleta tirk her roj êrîşî Kantona Şehba û navçeya Eyn Îsayê dike û di van êrîşan de sivîl birîndar dibin, jiyana xwe ji dest didin û komkujiyan re derbas dibin. Welatiyên Eyn Îsa û Efrînê bi meşên girseyî êrîşên dewleta tirk li hember herêmê şermezar kirin.
Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrîş û komkujiyan meşiyan
Şêniyên navçeya Eyn Îsayê bi dirûşma "Li dijî dagirkeriyê û îxanetê meşa rûmetê" gel hêrsa xwe anîn ziman û meşiyan. Şêniyên Eyn Îsayê, belda Hîşa û koçberên Til Semin beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan komkujiya beldeya El-Sefawiyê û jinên têkoşer ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û pankartên bi nivîsa "Jin Rojava diparêz e" , "Bimre faşîzim û dagirkerî" hatibûn hildan, di meşê dê dirûşmeyên "Bimre îxanet", "Bijî berxwedana qsd'e û "Bİ ruh bi can em bi te re ne ey şehîd" hatin berzkirin. Meş ji Şaredariya belda Hîşa destpêkir û li pêşiya Meclîsa Hîşa bi dawî bû, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin ji aliyê Endama Mala jin ya Eyn Îsayê Kurdiyê Bozan hat kirin.
"Li berçavên hemû dewletan komkujî pêk tên"
Kurdiyê di nava axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk û komkujî bi tundî şermezar kir û got: "Dewleta tirk bê ku ferqê bêxe di nava pêkhateyan de yek ser komkujiyan pêk tîne. Ev hişmendî li dijî nirxên mirovahiyê ye, dewleta tirk bê ku hesab bike ku wê kî bê kuştin hema tang û topên xwe davêje nava çavên zarokên me. Her roj zarok, ciwan, kal, pîr û keçik tên kuştin, rusiya û rejîm jî bê ku li pêşiya vî dagirkeriyî bisekinin, ji xwe re li van kiryaran mêze dikin. Lê em dizanin ku Rusiya, Rejîm û dewleta tirk bi hev re van êrîşan li ser me didin meşandin."
"Komkujiya Kuneyê ji êrîşên ser Eyn Îsayê ne qute"
Jina bi navê Fîdan Fethî jî di derbarê komkujî û êrîşên dewleta tirk de balkişand ser hevkariya dewleta tirk û Rusiya û got: "Ji ber êrîşên dewleta tirk em tên kuştin, zarokên me ji xwendinê bê par dimînin. Her wiha ne tenê li vir êrîşên dewleta tirk tên kirin li hemû deveran êrîşên dewleta tirk hene. Wê rojê li Konyayê jî bi eynî hişmendiyê malbateke bi destê dewleta tirk hat kuştin. Em dizanin ku dewleta tirk ne bi serê xwe êrîş dike, Rusya û hevkarên wî destek didin dewleta tirk da ku êrîşî me bike, dewleta tirk bi hişmendiya nîjadperest êrîş dike."
Meclîsa Kantona Efrînê bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye em canfedayên Efrînê ne" Meclîsa Kantona Efrînê meşek li bajaroka Tel Rifatê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Meşa ku li qada bazarê destpêkir heta çerxerêya bajrokê dom kir. Meclîsa Malbatên Şehîdan, sazi û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Kantona Şehba û Efrînê, Rêxistina Kongreya Star û gelê Efrîn û Şehbayê amadebûn. Çalakvan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qurbaniyên komkujiya Til Rifetê û şehdîên berxwedana Serdemê, pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin" hatibûn hildan.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa Til Rifetê, Mihemed Henan êrîş şermezar kir û got: "Rojane rihê Rêber Apo di nav gelê xwe de jiyan dike. Dewleta stirk û çeteyên wî dixwazin îradeya gelên kurd bişkîne ew jî bi rêya pêkanîna kiryarên dij mirovî, lê Efrîn a vî gelî ye û wê vegerê me ji Efrînê re misoger bibe."
Paşê li ser navê jinên Kantona Şehbayê, Rêveberiya malên jin a bajaroka Tel Rifatê Mûnîre Mihemed axivî wiha got: "Siyaseta niha tê meşandin di çar perçeyên Kurdistanê de ji bo têkbirina gelên kurd e. Em weke pêkhateya ereb di Şehbayê heya rizgariya Efrînê û her deverek dagirkirî em ê piştgirî bidin gelê xwe yên kurd."