Li Ewrupayê jinên siyasetmendar dibin mexdurê tacîzê
Li gorî lêkolînek a li Elmanyayê hatî kirin ji her 10 jinan 4 jê di jiyana xwe ya siyasetê de bûne mexdurê tacîzê.
Navenda Nûçeyan – Buroya Berlînê ya Akademiya Siyaset û Dinyaya Kar a Jinan a Ewrupayê (EAF) bi 525 jinên di hikumeta Ewrupayê, eyelet û herêman de peyîwir girtine ku 818 ji wan siyasetmendar hevdîtin kirin û li ser lêkolînek amadekirin. Li gorî lêkolînê hat zanîn ku jin di jiyana xwe ya siyasetê de rastî tacîzê tên.
Ji jinan pirsên weke rewşa jinan di parlemento, şaredarî û partiyên wan de çawaye û ew xwe çawan hîs dikin hat pirsîn. Li gorî lêkolînê ji sedî 40’ê jinan rastî tacîzê hatine û ji sedî 3 jî diyar kirin ku “pir zêde” rastî tacîzê hatine.