Li Ewropa di 25’ê Mijdarê de dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda

Jinên ku li bajarên Ewropa daketin qadan gotin: “Me formula efsûnî ya ku wê cîhanê biguherîne dît. Em ê ne jiyanek bê jin û ne jî jiyanek bê azadî qebûl bikin. Em bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin.”

Navenda Nûçeyan - Li gelek navendên Ewropa jinên Kurd bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî daketin qadan. Li hinek welatên Ewropa çalakî û meşên ku ji bo 25’ê Mijdarê hatin li darxistin wihaye:

Elmanya

Li bajarên Duisburg, Frankfurt, Dusseldorf, Dresden, Koln, Mannheim, Berlîn ên Elmanya meş û daxuyanî hatin dayîn. Li bajarê Duisburgê bi meş û mitingan tundîtûjiya ser jinê hate protestokirin. Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniya çapemeniyê ya bi sernavê ‘Em bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ hat xwendin. Piştî çalakiyê jinan li Lînke Centrum fîlma HÊZA  ku li ser têkoşîna jinên Şengalê ya li dijî DAÎŞ’ê ye, temaşe kirin.

Li Frankfûrtê jin li ber stasyona trenê ya navenda bajar hatin ba hev û diyar kirin ku ewê dest ji jiyan, azadî û mafên xwe bernedin. Meş ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û Jin Jiyan Azadî Bûndnîs ve hat organîzekirin. Jinan di şexsê 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo bîranîna hemû jinên şoreşger ên Kurd ên di salên 2013 û 2022’an de hatin qetilkirin deqeyek rêz girtin. Di meşê de dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hate berzkirin, ala mezin a TJK-E û wêneyên şehîdên Parîsê hatin hilgirtin. Mîtîng piştî peyamên saziyên jinan bi dawî bû.

Jin bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hatin ba hev. Jina dem dem dirûşmeyaa ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin, pankarta mezin ‘Mit Jin Jiyan Azadî auf zur Frauenrevolution (Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinan )’ vekirin. Dema jinan wêneya Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin û bû sembola serhildanên Jin Jiyan Azadî hilgirtin, pankartên tundiya mêr şermezar kirin û balê dikşînin ser mafên jinan vekirin. Her wiha wêneyên Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Nagihan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Sakîne Cansiz, Ekîn Wan (Kevser Erturk), Hevrîn Xelef, Evîn Goyî ku di rojên cuda de di nava refên Têkoşîna Azadiyê de şehîd bûne hatin pêşandan. Piştî daxuyaniyên bi zimanê Elmanî hat dayîn, jinan bi erbane û dirûşmeyên ‘Jiyan Jiyan Azadî’ govend gerandin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Platforma 25'ê Mijdarê ku ji 17 rêxistinên jinan Kurd, Elman, Tirk û Îranî jî di nav de, li dijî tundiya li ser jinê meş û mîtîngek hate li dar xistin. Meş li Wienerplatzê dest pê kir û di meşê de dirûşma ‘Jin li her derê cîhanê li dijî tundî, şer û sermayeyê têdikoşin’ hat berzkirin. Di meşa ku pankart, al û dowîz hatin hilgirtin de, tundiya li ser jinê bi dirûşmeyên li dijî zîhniyeta serdest a mêr hatin teşhîrkirin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Jin ji ber hezkirinê nayê kuştin’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Jin li dijî tundî, şer û sermayeyê têdikoşin’ hatin berzkirin û bi defê govend hate gerandin. Jinan dansa Las Tesisê pêşkêş kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê Yekîtiya Femînîstên Enternasyonalîst meşek organîze kir. Di meşa ku bi hezaran jin beşdar bûn de gelek komên femînîst, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî û Meclîsa Jinan a DEST-DAN cihê xwe girtin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Di meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî, TekoJIN Hannover, Gemeînsam Kämpfen, FemMîgra, FemRat, AFK, ProChoice, Lîla Hilfe û RL'ê ve bi hevparî hate organîze kirin, her cure tundiya li ser jinê, zayendperestî û polîtîkayên şerê qirêj ên dewletên mêr hatin protestokirin.di çalakiya ku ji aliyê platforam jinan a Freiburg ku meclîsa Jinan a Nuda jî di navde hatî organîzekirin ji bo bîranaîn jinên k udi encama tundîya mêr de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin, piştre li ser ser navanên tevgerên cûd ên jinan axaftin hatin kirin.

Fransa

Li  paytexta Fransa Parîsê û li 78 cihên navendên welet jin ji tundiyê re gotin na.li Parîsê jin li Qada Nation’ê di saet 14.00’an de hatin ba hev. Qada bi rengê mor hatibû xemilandin. Malbatên jinên hatin qetilkirin li pêşiya çalakiyê cihê xwe girtin. Malbatan gotin: “Di serdema Macron de 873 jin hatin qetilkirin.” Bang li daraz û hikûmetê kirin ku ji mirinan bisekinînin. Piştî malbatan jinên Kurd û Îranî bê navber dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan û bi wêneyên Evîn, Sara, Rojbîn, Ronahî, Jîna û Amîta daxwazên xwe qêriyan û gotin: “Dawî li qirkirina siyasî bînin”, "Tolhildana Me Wê Şoreşa Jinê Be!’’ domandin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li ser banga Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan jin li Qada Canebiere hatin cem hev. Beriya meşê ji bo hemû jinên di têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Meclisa Jinan a Arîn Mîrkan Eylem Dogan axaftinek kir. Eylem Dogan jinên di têkoşîna jinan de şehîd bûne bi taybet Xwişkên Mîrabel bi bîr anî û wiha got: “Em weke Tevgera Kurd bi bedelên mezin hatin roja îro. Em berxwedan û têkoşîna Sara, Evîn Goyî, Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî û Rosasan silav dikin. em weke jinên Kurd li dijî sîstema mêrsalarî, bi modela xwe parastian cewherî û hevjiyana azad bûn hêvî û mînak.” Di meşa ku rêxistinên jinan ên Fransa jî tevlî bûn de dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ hate berzkirin.

Li bajarê Mulhouse, Komên femînîst ku li ser banga Kolektîfa Femînîst a 68’an hatin gel hev û bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ meşek li dar xistin. Di meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ve hat organîzekirin de pankartên ku balê dikişîne ser komkujî û tundiya li ser jinan, pankartên jinên Kurd ên şoreşger ên di qetlîamên Parîsê de hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Li Strasbougê li Place l’universiteyê bi banga Koleja Femînîst a Strasboûrgê ku Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn jî di nav de ye hatin cem hev û li dijî tundiya mêr û dewletê meşiyan û gotin: “Em ê tu carî bêdeng nebin.” Di çalakiyê de pankarta "Em bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" hatin hilgirtin. Dowîzên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî ku di herdu qetlîamên Parîsê de şehîd bibûn û Nagihan Akarsel, Garîbe Gezer, Hevrîn Xelef ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin; Şîrîn Elemhûlî ya ji aliyê dewleta dagirker a Îranê ve hat qetilkirin hatin hilgirtin.

Hollanda

Pilatforam jinan a Hollanda ku tevgera jinên Kurd jî di navde cih digre, li dijî tundîya mêr dewletê li Rotterdanê mitingek hevpar li darxist. Di mitingê de ji derveyî panqarata ‘Bi Jin Jiyan Azadî re berbi şoreşa jinê ve dimeşin’ êlekên ku navên xuşkên Mirabel û jinên hatin qetilkirin lê nivisandin li ber xwe kirin. Di axaftina ku li ser navê TJK-E hatî kirin de wiha hate gotin: “Têkoşîna me a ku kureyî dibe ji bo jinên cîhanê û mirovatiyê dibe hêvî. Projeya Rêber Apo a azadiay jinê ji Rojava, belavî hemû cîhanê bû û bû çavkaniya îlhamê.”

Îngiltere

Li paytexat Îngiltere Londra jinên şoreşger ên sosyalist û Elewî hatin ba hev, endamên ku pilatforma pîştevaniya jinan a Londara avakirin, li ber pirtukxaneya Wood Green hatin ba hev. Dem dem jinan dirûşemyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Em ji tundîya ser jinê re dibêjin na’, ‘Em kolanên bi ewle dixwazin’ berz kirin. Di destê wan de panqerat ku li ser ‘Li dijî Patriarkaya em serhildanên bilind dikin’ hilgirtin.