Li Etiyopyayê hejmara kesên di hezazê de jiyana xwe ji dest dan bû 157

Li Etiyopyayê kesên ku hewl dan di hezazê de kesên di binê erdê de asê mabûn rizgar bikin, di hezaza duyemîn de jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 157.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Gofa ya Etiyopyayê hezaz rû da û gelek kes di bin axê de asê man. Piştî hezaza duyemîn, kesên ku tevlî xebatên rizgarkirinê bûn jî di bin axê de asê man.

Rayedarekî herêma Gofa ya başûrê Etiyopyayê jî ragihand ku herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Saziya Têkoşîna Afetê ya Neteweyî Markos Melese diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dikin, heta niha li 2 gundan cenazeyê 157 kesan hatine dîtin, lê bi fikarin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.

Jin û zarok di bin axê de asê man

Li herêmeke çiyayî ya li herêma Gofayê ku baraneke zêde lê bi bandor bû, êvara yekşemê û sibêya duşemê hezaz rû da. Di dîmenên ji cihê bûyerê hatin parvekirin de tê dîtin ku kesên li qada ku lê hezaz rû dayî kom bûne û hewl didin kesên di bin axê de mane rizgar bikin. Rêvebirê Giştî yê Gofayê Meskir Mitku agahî parve kir û diyarkir ku di nav kesên ku di hezazê de jiyana xwe ji dest dane jin, zarok û polîs jî hene.

Gofa herêmek eyaleta başûrê Etiyopyayê ye û bi qasî 320 kîlometreyan dûrî paytext Addis Ababa ye. Başûrê Etiyopya yek ji herêmên welêt e ku herî zêde di mehên dawî de ji ber barana zêde û lehiyê bandor bûye.