Li Esfehanê ji bo jinên li gora qûrala hîcabê tevnegerin dê tîm derkevin

Dozgeriya eyaleta Esfehan Mihemed Mousavian diyarkir ku ji bo jinên ku li gora quralên hîcaba bi zorê tevnegrin wê tîman ava bikin û her wiha gef li sendika, saziyên civakî xwar.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên li îran û Rojhilalê Kurdistanê ku bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî destpêkirî di meha xwe a 8’an de dom dike. ji bo tepisandina serhildanên pêkanîn nû dixin dewrê. Dozgeriya eyaleta Esfehan Mihemed Mousavian, di navbera muhafizê Devrîm û dozger û qerargeha wezareta teşwiqkirina başî û qedexekirina xirabiyê  muxtirayek îmza kirin.

Jinên hîcab nexin serê xwe wê werin tespîtkirin

Di muxtirayê de li cihên ji giştî re vekirî  li dijî jinên ku quralê hîcaba bi zorê îhlal dikin diyarkirin ku biryara avakirina tîma hatiye girtin, yên ku hîcabê nexin serê xwe yan jî ew jinên ku li gora quralan nexin serê xwe dan zanîn ku wê werin tespit kirin.

Gef li sendikayan kirin

Di muxtirayê de bang li rayedarên saziyên civakê kirine ku jinên ku quralê hîcabê binpê dikin xwestin ku tu xizmetê ji bo wan nekin û di muxtirayê de wiha hate gotin: “Divê mijarê de hata niha bi henek kesan re hatin ber hev, rêveberiyê bi sûc hatin girtin û derbarê wan de doza qanûnî hate vekirin.’  Gefa ku sendîkayên nirxên Îslamê çandêr nekin li dijî wana wê tedbîrîn hişk bigrin.

Wê li gel muxtar, tîm beramberî jinên li dijî hîcaba bi zorê derdikevin, tê çavdêrkirin ku zext hîn zêdetir bibe.