Li Enqereyê operasyona Newrozê: Li 5 bajaran 19 binçavkirin

Di operasyona navenda wê Enqereyê ku li 5 bajaran hat dest pê kirin de, bi hincet nîşandana pîrozbahiyên Newrozê 19 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya operasyona li Enqereyê hat destpêkirin de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat hînbûn ku di serde girtinên malan a navenda wê Enqereyê ku li 5 bajarên hat pêkanîn de, 19 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku lêpirsîna li dijî kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne de didome, di nava kesên hatine binçavkirin de Endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak û Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahît Gumuş, Mehmet Ustundag, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç, Kadîr Aytaç û Ramazan Aggoz hene.

Hat ragihandin ku kesên binçavkirî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tên tawanbarkirin û derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hatine kirin.