Li Enqere û Îzmîrê operasyon: 4 jin hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Engereyê 3 endamên Mor Dayanişma û endema Kordînasyona navendî (TOP) Hatîce Goz di sergirtina malan de hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Di serdegirtinên malan ên li Enqere û Îzmîrê de endama Koordînasyona Navendî ya TOP’ê Hatîce Goz di nav de 4 kes hatin binçavkirin. 

Li Enqereyê di serdegirtinên ku hatin lidarxistin de endamên Mor Dayanişma Selda Kondakçi, Rûya Ozgur û Melîke Buyuk hatin binçavkirin. Li Îzmîrê endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz hat binçavkirin. Hat hînbûn ku beriya niha der barê jinan de lêpirsîn hatibû vekirin, hat diyarkirin ku xwestine îfadeyê bidin lê îfadeya wan nehatiye girtin. Li aliyê din ji bo lêpirsînê biryara weşartîbûnê hat girtin. Dema jinên li Enqereyê hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê tên ragirtin, Hatîce Goz a li Îzmîrê hat binçavkirin jî wê bînin Enqereyê.

'Dewlet dixwaze tundiya xwe li hemû mûxalîfan bike'

Endama Lijneya Berdevkên TOP'ê û Parlamentera Partiya Keskan û Pêşerojê ya Mêrsînê Perîhan Koca, der barê binçavkirina jinan a di encama serdegirtina malên wan de daxuyaniyek da û got, "Em difikirin ku amadekariya di nav plansaziyek doza kumpasê dikin. Zêr û pereyên ku di dawetê de li xwe kirine wek hêmanên sûc tên hesibandin. Piştî hilbijartinê dewlet dixwaze tundiya xwe li dijî hemû muxalîfan bike.”