Li Enqerê jin daketin qadan û gotin: Em jiyanê radiwestînin

Tora Parastina Jinê, li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê li Kolana Tunali Hîlmî ya Enqerê pankarta bi dirûşma, "Em jiyanê radiwestînin" vekir û rê li trafîkê girt.

Enqere – Jin bi dirûşma "Em dest ji peymana Stenbolê bernadin" û "AKP destên xwe ji peymanê bikişîne" meşiyan.
Endama Tora Parastina Jinê Buse Uçar got: "Em ji îqîdara AKP'ê ku me ji vê peyman derdixe û dibe sedema jiyana me re dibêjin ku hûn çawa mafê me yê jiyanê ji destên me digire, em jî jiyanê radiwestînin. Bila trafîk neherike. Destê me li pêsêra we ye û em hemû mafên xwe yên jiyanê dixwazin. Ev peyman bi gotina kesekî nikare bê fesihkirin."