Li Endonezyayê keştiya rêwiyan noqî avê bû

Li gorî agahiyên destpêkê, li girava Sulawesî ya Endonezyayê keştiyeke rêwiyan noqî avê bû, 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lêgerîna 19 kesên winda berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Li Girava Sulawesi ya Endonezyayê keştiya ku hat diyarkirin rêwiyên wê zêdetirî kapasîteya wê tê de binav bû. Serokê saziya lêgerîn û rizgarkirinê ya xwecihî Mihemed Erefah got ku keştiya noqbûyî ji gundê Lanto ber bi gundê Lagili yê herêma Buton Central, li başûrê rojhilatê Sulawesi diçû.

'Ji ber ku ji kapasîteya xwe zêdetir rêwiyan hildigirt noqî avê bû'

Mihemed Erefah da zanîn ku bota rêwiyan ji ber ku ji kapasîteya wê zêdetir rêwiyan hildigirt noqî avê bû û got ku 15 kesên di keştiyê de jiyana xwe ji dest dane û 19 kes jî winda ne. Mihemed Erefê diyar kir ku heta niha 6 kes hatine rizgarkirin, lêgerîna 19 kesên winda jî didome.

Mihemed Erefah diyar kir ku di keştiya darîn a 20 kesî de 40 kes hebûn û wiha got: "Hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin tespîtkirin û radestî malbatên wan hatin kirin, kesên sax man jî li nexweşxaneyên herêmê hatin dermankirin."