Li Endonezyayê hejmara kesên ji şewba dangê dimrin zêde dibe

Li Endonezyayê ji meha Çileyê ve heta niha hejmara kesên ji şewba dangê jiyana xwe ji dest dane li gorî salên borî ji sedî 179,4 zêde bû.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Endonezyayê, daneyên kesên ku ji Çileya 2024’an heta niha ji şewba dangê mirine eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara bûyerên ji ber şewba dangê 62 hezar 1'e, hejmara kesên mirine jî bûye 475.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di sala 2023'yan de hejmara nexweşên pêketî ji sedî 174,9, hejmara kesên ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane jî ji sedî 179,4 zêde bûye. Wezaretê hişyarî kir ku divê li dijî belavbûna şewbê, cihê ku kermêş lê zêde dibin werin dermankirin û girîngî ji paqijiyê re were nîşandan.

Bi kermêşan digihîje mirovan

Li welat di 15 hefteyên pêşîn ên 2023'an de hejmara bûyerên ji ber şewba dangê 22 hezar û 551, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî bi hejmara 170 hezar hat qeydkirin. Vîrusa şewba Dang, li herêmên tropîkal û subtropîkal, bi kermêşan digihîje mirovan. Zêdetir di demên bi baran de ev şewb belav dibe û dibe sedema mirinê. Cureyê kermêşên ku dibin sedema nexweşiyê yên liş cihê ku av kom dibe çêdibin. Ji ber wê divê cihê çopan her dem werin dermankirin.