Li Emerîkayê zewaca temenê biçuk hat rakirin
New York di nav welatên ku rêjeya zewaca temenê biçûk lê zêde de ye. Ji ber vê yekê Dadgeha Desturê ya Emerîka biryar da ku zewaca temenê biçûk rabe û temenê zewacê ji 18 salî zêdetir be.
Navenda Nûçeyan - Piştî betalkirina biryara destura bingehîn a ku zarok di temenê 17 Salî de bi razîbûna dê û bav dihatin zewicandin, waliyê New Yokê Andrew Cuomo di 22'ê Tîrmehê de proje qanûna ku temenê zewacê ji 18 salî zêdetir be îmze kir û biryara qedexeya zewaca temenê biçûk hat dayîn. Bi vê biryarê derket holê ku li vî welatî zarok di temenê biçûk de ji derveyî yasayê tên zewicandin.
Ev yasa ji bo parastina mafê zarokane
Endama encûmena pîran Senator Julia Salazar di daxuyaniyek de got: “Zewaca zarokan bandorek nerênî li ser rewşa jiyana keçên ciwan dike. Projeya qanûnû wê wan zarokên ku asta wan ya têgihiştinê çibe bila bibe bi parêze. Ji ber heta niha yasa wan zarokan ne di parast û hewceye ku em van zarokan bi parêzin.”
Li New Yorkê di sala 2017’an de bi razîbûna dê û bav û dadgehê temenê zewacê ji 14 heta 17 salî hat bilind kirin.
Unchained At Last jî got: “Pênc welayetên din qanûnên wekhev derxistine ku hemûyan temenê zewaca ji 18 salî biçûktir qedexe ne kirine û ciwanên di navbera 16 û 17 salî de tên zewicandin.”
Li gorî daneyên ji aliyê rêxistinan ve ji salên 2000- 2018’an ve hatine diyarkirin rêjeya zarokên ku ji temenê 18 salî biçûktir bi rêya yasa hatine zewicandin 300 hezar kesin ku piranî temenê wan di navbera 15-16 salî dene û rêjeya herî zêde jî keçin. Li gora vê desturê yê ku yasaya ji temenê 18 salî biçûktir zarok werin zewicandin wê were sazakirin.