Li Emerîkayê ji bo mûçeya wekhev amadekariya zagoneke nû
Meclisa Nûneran a Emerîkayê xwe ji bo projeyek nû ya wekheviya zayendî di mûçedayînê de amade dike.
Navenda Nûçeyan - Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hîn jî di dayîna mûçeyan de ferqê dixe nava jin û mêran û wekheviya zayendî nadaye avakirin. Demokrat li ser projeya biryara ku ji hêla rêveberiya Serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden ve hat piştgirîkirin dibêjin ku pêwîst e bêtir tişt bên kirin da ku ferqa mûçeyê were girtin.
Ev xebat dibe yekem proje ku nîqaşek demdirêj li ser wekheviya di navbera her du zayendan de tê kirin. Di 2009’an de, Zagona Lêlî Lêdbêttir ji hêla serokê berê Barak Obama ve hat îmzekirin.
Lêlî Lêdbêttir, di sala 1938’an de ji dayik bû, di dadgeha bilind de dozger bû. Piştî pejirandina zagona 1964’an ku nahêle karsaz ji bo cudakariya mûçe doz vekin, ji bo ku pirsgirêkê çareser bike, kongreyê zagonek bi navê wê derbas kir.
Ne tenê Dewletên Yekbûyî, cudahiya mûçeyan dike navbera her du zayendan lê belê li gelek dewletên din jî ev yek heye wekî li Meksîka, Fînlandiya, Israîl, Yaban û Koriya, ev yek jî di encama lêkolînek Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî de hat dîtin.