Li Elmanyayê tundiya di nav malê de ji sedî 9,4 zêde bûye

Li Elmanyayê di sala 2022’an de 157 hezar û 550 bûyerên tundiya di nav malê de hatine tespîtkirin. Ji sedî 80’ê tundiya di nav malê de li dijî jinan bûye, ji sedî 78’ê kiryar “mêr “ e.

Navenda Nûçeyan – Li Almanyayê par ji sedî 9,4 zêdebûn di bûyerên tundiya nav malê de hat dîtin. Di sala 2022’an de 157 hezar û 550 bûyerên tundiya di nav malê de hatine tespîtkirin. Ev rêje tê wateya rojane 432 bûyerên tundiyê.

Ji sedî 78’ê şîdeta nav malê kiryar mêr e

Li gorî nûçeyên ku çapemeniya Elman li gorî daneyên Saziya Ewlekariya Federal (BKA) ji sedî 80’ê tundiya malbatê li hemberî jinan pêk hatiye, ji sedî 78’ê sûcdar jî “mêr” e. Ji sedî 40 tundûtûjiyên li dijî jinan hevjînê berê ne û ji sedî 60 jî hevalên mêr in. Di sala 2021'an de hejmara bûyerên tundiya di nav malê de 144 hezar û 44 bû.

Wezîrê Karên Hundir banga tedbîrên tund kir

Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser bang kir ku li dijî tundiya nav malê tedbîrên tund bên girtin. Wezîra Partiya Sosyal Demokrat (SPD) di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya herêmî de got, "Bila sûcdarên tundiyê bi lez û bez winda nebin. Divê piştî tundiya ewil tavilê ji malê bên derxistin." Nancy Faeser, diyar kir ku ji bo ku venegerin divê bi tundî çavdêriya kiryaran bê kirin û got, "Her mexdûrên tundiyê divê xwe bi ewle hîs bikin ku careke din rastî tundiyê neyê."

'ji bo ku bêdengiyê derbas bikin Divê alîkariyê bidin '

Nancy Faeser bang li jinan kir ku sûcdaran eşkere bikin û wiha got: "Divê ti jin şerm neke ku sûcdarên şîdetê ragihîne. Divê em alîkariyê bidin bêdengiya li ser vê mijarê. Tundiya li ser jinê ne pirsgirêka jinê ye, lewma divê wekî çarenûsa di asta kesane de wek qeder neye dîtin. "