Li Elmanyayê ji bo Rojava bi hezaran daketin qadan
Di xwepêşandanên li Hamburg, Kiel, Marburg û Frankfurtê hatin lidarxistin de, êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Peyama ‘Rojava ne bi tenê ye’ derket pêş.
Navenda Nûçeyan- Li gelek bajarên Elmanyayê, êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwepêşandanên girseyî hatin şermezarkirin. Li Hamburg, Kiel, Marburg û Frankfurtê bi hezaran kes daketin qadan û li dijî êrîşan bang li civaka navneteweyî kirin.
Hamburg
Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê, ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Hauptbahnhofa heta Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Dammtorê meşek li dar xist.
Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û pankartên Elmanî û Kurdî hilgirtin.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Gelek caran dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colani, Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin.
Di meşa ku bi deh hezaran kes tevlî bûn de, li ser navê TCŞ’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Terorîzma Tirk-HTŞ wê li ber têkoşîna şoreşgerî ya Kurdan têk biçe. Rojava wê bi ser bikeve.”
Anya Flach ku di çalakiyê de axivî wiha got: “Cîhan deyndarê Rojava ye. Roj roja xwedîderketina li Rojava ye.”
Meş bi dirûşm û sirûdan li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi dawî bû.
Kıel
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li Rojava çalakiyek girseyî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya ciwanên Kurd, di 21’ê Çileya 2026’an de li ber Kiel Hauptbahnhofê pêk hat û bi sedan kes beşdar bûn.
Tevî hewaya sar jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û bal kişandin ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmên "Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin.
Marburg
Li bajarê Marburg ê Elmanyayê, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ya li dijî êrîşên çeteyên Tirkiye û HTŞ’ê meşeke girseyî hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê NAV-DEM’ê ve hat organîzekirin û rêxistinên Kurd û saziyên Elman ên demokratîk tevlî bûn. Meşê ji pêşiya Bahnhofê dest pê kir û heta navenda bajêr berdewam kir. Di tevahiya meşê de dirûşmên “Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Hesekê” û “Bijî berxwedana Rojava”hatin berzkirin.
Frankfurt
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî nêzî deh hezar kes, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Teko-JIN, YJK-E û meclîsên herêmî daketin kolanan. Çalakî li ber Hauptbahnhofê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên çeteyên HTŞ'ê û hêzên li pişt wan ên li ser Rojava hatin şermezarkirin.
Di nav de komkujiyên li ser sivîlan, bombebarankirin û hewldanên qirkirina demografîk, bi tundî hatin şermezarkirin.
Di axaftinan de diyarkirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest navendeke hêvî û têkoşînê ye.
Meşa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko-JIN heta Qada Romerê berdewam kir û bi mitîngek bi dawî bû.
Çalakî bi dirûşmên “Rojava ne bi tenê ye”, “Rojava li ber xwe dide” û “Rojava wê bi ser bikeve” bi dawî bû.