Zanîngeha Koye piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê

Zanîngeha Koye, bi beşdariya Meclîsa Zanîngehê, akademîsyen, karmend û xwendekaran, bi armanca dayîna peyama jiyana hevbeş a mirovî û aştiyê û rawestandina êrîş, komkujî û qirkirina li dijî Rojava li Parka Navendî ya Zakho civînek aştiyane li dar xist.

ŞIYA KOYE
Koye-
 Zanîngeha Koye, duh piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dubare kir. Bi beşdariya Rektorê Zanîngehê, endamên Konseya Zanîngehê, akademîsyen, karmend û xwendekaran çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Rektorê Zanîngehê, careke din piştgirî û hevgirtina bi xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê re anî ziman.
 
‘Ez bi şervanan re serbilind im’
 
Seroka Beşa Perwerdeya Olî ya Zanîngeha Koye Arzu Nureddîn, wiha axivî: "Em weke akademîsyenên zanîngehê, ji bo piştgiriya gelê xwe yê Rojava li vir in. Em berteka xwe ya li dijî zilma li ser Kurdên Rojava nîşan didin. Der barê mafên mirovan de gumanên min ên cidî hene. Li gorî min ger tiştek tenê li ser kaxezê bimîne û di qadê de neyê bicîhanîn, hebûna vê jî nîn e. Lewma, ez ji hebûna mafên mirovan guman dikim. Ez ji bo kesên ku hêza jinan biçûk dibînin xemgîn im, ji ber ku jin bi taybetî di civaka Kurd de xwedî cihekî pir girîng in. Çekgirtina jinan ne biryarek hêsan e. Ez bi şervanan serbilind im."
 
‘Kurdistan yek e û nayê parçekirin’
 
Mamosteya zanîngehê Hebîbe Nîhad jî der barê çalakiyê de wiha got: "Me wek akademîsyenên zanîngehê, ji bo piştgirîdayîna hevalên xwe yên li eniya Rojava, vê civîna aram û aştiyane li dar xist. Em bi dil û can bi wan re ne. Kurdistan yek e û nayê parçekirin. Têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê tê dayîn ji bo hemû Kurdistanê ye.”
Hebîbe Nîhad, axaftina xwe wiha domand: "Dewlet her dem dibêjin piştgiriyê didin Kurdan, der barê Rojava de peyman hatine çêkirin lêbelê dijminên me peyman binpê kirin û her dem Kurd dibin hedef. Em li Başûr bi wan re ne. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku xwedî li gelê me ya Rojava derbikevin. Ji ber ku gelê Rojava ax û welatê xwe diparêze. Îradeya Kurdan xurt e û tu caran teslîm nabe."
 
‘Yekane riya rizgariya Kurdan yekîtî ye’
 
Xwendekara Zanîngehê Zamend Yadîgar jî wiha got: "Koye navenda Kurdîtiyê ye. Em bi dengekî û heman helwestê li vir kom bûne. Em bi zimanê Kurdî ji bo Rojava û Rojhilat diqîrin. Kurdistan yek e û em piştgiriyê didin gelê xwe. Yekane riya rizgariya Kurdan yekîtî ye. Ger yekîtî nebe, wê dijmin bi ser bikeve. Du caran du nabe çar, dibe yek.”
Mihemed Abdullah jî bi awayekî hestiyar axivî û got: "Em piştgiriyê didin Rojava, ji ber ku zilmkar û dijmin dixwazin axa me dagir bikin. Ez jî ji wan re dibêjim; Em gelê Kurd yek in, dijmin nikare axa me dagir bike."