Li Elmanyayê asayîkirina tundiya li dijî jinan di lêkolînan de xuya bû

Li gorî lêkolîneke ku li Elmanyayê hat kirin, ji sedî 34’ê mêran li xwe mikur hatin ku tundiyê li dijî jinê pêk anîne. Li gorî daneyên Polîsên Federal ên Elman di sala 2021’an de zêdeyî 115 hezar jin di nava malbatê de bûne mexdûrê şîdetê.

Navenda Nûçeyan - Lêkolîna seranserê welat ku ji aliyê Plan Înternatîoanal Germany ve ku saziya alîkariya ji bo zarokan e lêkolînek hat destpêkirin û di navbera dîroka 9-21’ê Adarê de weke onlîne lêkolîn hat kirin, asta tundiyê raxist berçavan. Anketa koma çapemeniyê fûnke wê roja Duşemê agahiyên berfireh biweşîne. Lê li gorî agahiyên li ser medyayê, ji sedî 33’ê mêrên ku tevlî anketê bûne gotin ku car bi car fikra tundiya li ser jinê qebûl dikin. Ji sedî 34’ê mêrên ku tevlî anketê bûne, li xwe mikur hatin ku berê tundiyê li dijî jinê pêk anîne.

'Jirêzêkirina tundiya fizîkî rewşek bipirsgirêk e'

Ji Federal Forûm Menê Karsten Kassner ku ji bo wekheviya zayendî kampanya dimeşîne, diyar kir ku encam ew ‘matmayî’ kirine. Karsten Kassner dest nîşan kir ku ji sêyan yekê mêrên tevlî anketêbûne tundiya fizîkî ya li ser jinê bêgirîngî kirin rewşek bi pirsgirek e û wiha got: "Divê ev rewş bi lezgîn bê guhertin.”

Zêdeyî 115 hezar jin di nava malbatê de bûn mexdûrê tundiyê

Li gorî daneyên Polîsên Federal ên Elman di sala 2021’an de zêdeyî 115 hezar jin di nava malbatê de bûne mexdûrê tundiyê. Di sala 2021’an de bi giştî 301 jin ji aliyê hevjînê xwe yê niha an yê berê ve hatine qetilkirin.

Sala borî Wezîrê Edaletê Marco Bûnschmann diyar kirku ji bo tundiya li ser jinê bi awayekî hin zêdetir were cêzakirin, guherinên qanûnê zehmet bike û dive kiryarên bi vî awayî neyên biçûkxistin. Marco wiha gotibû: "Tundiya li ser bingeha zayendî divê wekî heyî were binavkirin û bi cidiyeta pêwîst were cezakirin."