Li Elezîzê 3 erdhejên li pey hev
Li gor agahiyên li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ber destê sibê li Elezîzê li pey hev erdhej çêbûn.

Navenda Nûçeyan – Li Elezîz Palûya navenda erdhejê di saet 04.07an de bi pileya 3,7 erdhejek bi pileya 3,7 pêk hat. Piştî vê erdhejê saet 05:29’an saet 06:45’an de li heman herêmê du erdhejên din ên bi pileya 4,5 û 4,4’an pêk hatin.
Der barê erdhejan de tu bûyerên neyînî nehatin ragihandin.