Li El Feşîr 22 bûyerên tacawizê hatine belgekirin: Rastî ji vê yekê wêdetir e
Koma Parastina Darfurê ya li Sûdanê der barê bûyerên tecawizê yên li welat raporek weşand. Li gorî raporê; Li bajarê El-Feşîr 22 bûyerên tecawizê hatine belgekirin û zêdetirî 80 bûyerên tecawizê yên bê belge hene.
Sûdan- Pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li Sûdanê ji 15’ê Nîsana 2023’an vir ve berdewam dikin, bandorê li jin û zarokan dike.
Koma Parastinê ya Darfurê ku ji parêzvanên mafên jinan û aktîvîstên hiqûqî pêk tê, raporeke nû ya bi sernavê "Wekî ku ez ne mirov im nêzî min bûn” weşand û bal kişand ser bûyerên tecawizê.
Zêdeyî 80 bûyerên tecawizê
Rapor bûyerên tundiya zayendî eşkere dike, bi taybetî li bajarê El-Feşîr li eyaleta Darfur a Bakur. Li gorî raporê, di navbera Nîsana 2023 û Kanûna 2024’an de li bajarê El-Feşîr 22 bûyerên tecawizê hatine belgekirin. Ji bilî vê tê texmînkirin ku zêdetirî ji ber bêewlehiya li bajar, bombebaranên berdewam, û zehmetiyên gihîştina El-Feşîr 80 bûyerên tecawizê hene ku bê belge mane.
Êrîş bi awayekî sîstematîk berdewam dikin
Digel ku van binpêkirinan bandorek cidî li ser jin û zarokan kir, lê hate dîtin ku bi awayekî sîstematîk, piranî ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin. Rapor diyar dike ku ev binpêkirin bi taybetî jin û keçên ji civakên ne-ereb li El-Feşîr dikin armanc. Bûyerên bibelgekirî diyar dikin ku dema ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrîşî taxan dikirin jin li ser rê, dema ku li zeviyan dixebitîn, an jî li malên xwe rastî êrîşan hatin. Hate balkişandin ku êrîşên bi vî rengî bi awayekî sîstematîk tên kirin.
Ew bi sîxuriyê tên sûcdarkirin
Bi taybetî, êrîşên li dijî jinên reşik bi sûcdariyên derewîn ên ku dibêjin jin sîxurên artêşa Sûdanê ne, rewa dikin. Li gorî raporê, piraniya qurbaniyan li ber çavên endamên malbata xwe rastî tecawizê tên û ev yek jî malbatan neçar dike ku koç bikin. Wekî din, gelek bûyer ji ber tirsa demxeya civakî nayên belgekirin.
Banga komê: Ji sûcdaran re cezayan sepînin
Koma Parastina Darfur bang li rêxistinên civaka sîvîl û parêzvanên mafên mirovan kir ku bi baldarî hemî bûyerên şîdeta zayendî, di nav de yên ku nayên rapor kirin, belge bikin. Ji ber vê yekê, armanc ew e ku pîvanên krîzê zelal bikin û edaletê peyda bikin. Komê tekezî li ser giringiya dabînkirina piştevaniya derûnî û civakî ji jinên rizgarbûyî re kir û bang li Encûmena Ewlekariyê kir ku biryarên lezgîn û bibiryar bigire ji bo rawestandina êrîşên li ser sivîlan. Komê herwiha daxwaz kir ku ji ber şerê li dijî tawanên sîstematîk ên tundûtûjiya cinsî ceza li ser rêber û endamên Hêzên Piştgiriya Lezgîn bêne sepandin.