Li Egeyê 25’ê Mijdarê diyarî Denîz Poyraz hat kirin

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, starta xebatên 25’ê Mijdarê ya herêma Egeyê da.

Îzmîr- Meclisa Jinan a HDP'ê bi dirûşma "Em li dijî şîdeta dewleta mêr, şer û xizaniyê li her derê ne" starta 25'ê Mijdarê ya Egeyê li ber avahiya OSYM'ê ya Alsancakê ji bo diyariya Denîz Poyraz a ku êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat kirin de jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyek çapameniyê hat dayîn. 
Di daxuyaniya ku dirûşmên bi Kurdî û Tirkî hatin qîrîn de, jinan pankartên "Denîz Poyraz serhildana me ye" û "Em li dijî şîdeta dewleta mêr, şer û xizaniyê li her derê, vekirin. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Şaziye Kose û dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û jinên Egeyî tevli bûn.
“Em bi bîranîna Denîz Poyraz dest pê dikin” 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî got; “Em bi bîranîna Denîz Poyraz dest pê dikin û vê hefteyê diyarî wê dikin. Jin li dijî şîdeta dewleta mêr in, li dijî şer û xizaniyê li her derê ne. Heta ku em bibin wekhev û azad û heta ku em mafên jiyanê bi dest bixin em ê vê têkoşînê bidomînin.”
Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose û Meral Daniş Beştaş jî axivîn. Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşm, çepîk û tilîliyan bi dawî bû.