Li Efrîqa û cîhana Ereban jinên Tûnisê di warê lêkolînên zanistî de yekemin
Li gorî daneyên UNESCO ên di warê lêkolînên zanistî yên sala 2020’an ên nava welatên Efrîqa û Ereban de jinên Tûnisî di rêza yekemîn de ne. Ji sedî 55 lêkolînerên Tûnisî jinin, ev jî rêjeyek bilinde din ava welatên Efrîqa û cîhana Ereban de.
ZEHRAİ EL-MEŞREQÎ
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ên hezîrana 2020’an di aliyê lêkolînên zanistî de li welatên Efrîqa û Ereban jinên Tûnisê di rêza yekem de ne, Cezair ji sedî 47.1,Misir ji desî 45.6, Mexrîb jî ji sedî 33.8 e. Cara duyemîne li gorî daneyên UNESCO yê di nava welatên Efrîqa û Ereban de jinên Tûnisê derdikevin pêş, sala derbasbûyî jî pileyek nêzî ya îsal bidestxistibûn. Femînîstên Tûnisî dihesibînin ku serkeftin encama veberhêna dewletê ye ku xwendina bilind û lêkolînên zanistî derxistiye pêş.
Li gorî jimareyên Rêxistina Milkiyeta Rewşenbîrî ya Navneteweyî di 2018' de, Tûnis di lêgerîn û nûjeniyê de rêza 66, di hêla weşanên zanistî de 14, û li cîhanê di derbarê nîşanên hilberîna zanistî de 43 girtiye. Malbatên Tûnisî keçên xwe teşwîqî derbaskirina warên zanistî dikin, berovajî civakên erebi yên ku keçên xwe teşwîqî karên kevneşop dikin. Ji dema serxwebûnê sala 1956'an de jinên Tûnisî komek maf û îmtiyazên sivîl bi dest xist, lê belê, ev maf ne bes bûn ku jinên Tûnisî wekheviyek tam pêk bînin û wan ji şîdetê biparêzin. Çi di hundurê malbatê de çi jî li derveyî malbatê be. Bi dehsalan e, jin di bin bandora paradoksekê de ye ku ji aliyek ve azadî û cûdakarî, ji aliyekî din ve jî şîdet.
Seroka Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Ewlekarî û Leşkerî li Tûnisê Bedira Qeilûl dibêje: "Di warê lêkolîn û nûjeniya zanistî de bêyî destkeftiyên navneteweyî yên jinên Tûnisî bêpar nemane, di warê lêkolînên zanistî de jî hebûna wan a berbiçav heye. Ev nûbûyîn hişt ku sala welêt di pir forûmên navneteweyî de bilind bike, her wiha gelek zanyar û derhênerên jin bi saya destkeftiyên xwe yên navneteweyî bûne stêrk."
Bedira Qeilûl diyar kir ku rêjeya alîkarên hînkirinê li zanîngehê gihiştiye asta ji sedî 56 hejmara giştî ya kesên ku vê dereceyê werdigirin, lê rêjeya jinan di pileya profesorê xwendina bilind de, pileya herî bilind a hînkirinê ji sedî 15 derbas nake.
Bedira Qeilûl wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Ya ku jinên Tûnisî bi dest xistine serbilindahî ji hemû jinên Erebî re ye. Hîn berî şoreşên bi navê 'Buhara Ereban' jî Tûnis xwedan pîvanek serxwebûn û azadiyê bû ku ji welatên Erebî yên din cudatir bû."