Li Efrînê sê salin jin tên hedef girtin

Navenda Parastina Mafên Jinan a Sûriyê û Navenda Lêkolînê sûcên dijî mirovahiyê sucên ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve li Efrînê hatine kirin, kirin rapor. Li gorî raporê 66 jin hatine kuştin 149 hatine revandin û hîna ji wan agahî nayê girtin.

       

Navenda Nuçeyan - Navenda Parastina Mafên Jinan a Sûriyê û Navenda Lêkolînê sûcên dijî mirovahiyê sucên ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve li Efrînê hatine kirin bi navê “sucê li hemberî mirovahiyê hatî kirin” raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku ji 149’an zêdetir jin hatine revandin, 178 jin jî rastî îşkence û tacîzê hatine.

Di raporê de navê jinên ku hatine revandin wiha hate parvekirin:

-11.05.2010'an jina bi navê Xedîcê li taxa Eşrefiyê ji hêla îstîxbarata Tirk ve hate revandin.

-19.05.2018'an Hesna El Îd, jina Ereb li Cindirêsê ji hêla dewleta Tirk ve hate revandin.

-Li navçeya Dimkiya Lonjîn Mihemed Xelîl û xwîşka wê Rojîn Mihemed Xelîl ji bo ku şervanên QSD'ê bûn hatin revandin.

-15.08.2018'an li gundê Hikicê koma çete ya Nûredîn Zengî Xedîce Meskîl (50), Cînan Tene (26), Mîdye Tane (20), Cîhan Tane (17) hatin revandin.

Piştî Efrîn hatiye dagirkirin îşkence li 564 jinan hatiye kirin, 149 jin hatine revandin û hê agahî ji wan nayê standin.