Li Efrînê jinek hat qetilkirin
Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ye, jinek 40 salî hat qetilkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230612-20230612-1001-jpg17305b-image-jpgd3d3aa-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku li bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinek ji aliyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.
Toreya Çalakvanên Efrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştrast kir ku îro danê sibehe komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi pere li gundekî navçeya Raco ya bajarê Efrînê jineke 40 salî qetil kirine.
Toreya Çalakvanên Efrînê ragihand ku jina binavê Aufa Şêx Ehmed a 40 salî piştî talankirina pereyên di destê xwe de bi amûrekî birîne tûj hatiye qetilkirin û da zanîn ku çeteyan ji bo veşartina şopên sûcê mala jina hat qetilkirin şewitandine.