Li Efrînê jinek ducanî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da
Li Efrîna dagirkirî jinek ducanî ya bi navê Şêrîn Resûl Mehmûd çeteyan li ber çavê wê hevjinê wê îşkence kirin û bi xwe re birin ket û rakirin nexweşxanê, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Efrîn-Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve, rojane rastiya dagirkirî û hişmendiya wan bi bûyerên qetilkirin, revandin, tecawîzkirin û tacîzkirina jinan tê domandin. Li hemberî van bûyeran Netewên Yekbûyî û gelek saziyên din daxuyanî dan û ji vê bûyerê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Lê tu gavên ku di aliyê hiqûqî de dewleta tirk sûcdar bike ango di derbarê sûcên ku kirine de lêpirsînek çênebûye. Herî dawî jineke ducanî ya bi navê Şêrîn Resûl Mehmûd ji ber hevjinê wê ji aliyê çeteyan ve li ber çavê wê tê îşkencekirin û paşê bi xwe re dibin dikeve û radikin nexweşxanê. Jina dûcanî li nexweşxaneya Qirxan a bajarê Hetayê yê Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî bîlançoya ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovan a Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye ragihandin, ji roja dagirkirina Efrînê heya roja îro, bûyerên qetilkirin û revandina jinan wiha ne: Zêdetir 67 jin hatine qetilkirin di nav de 3 jinan dawî li jiyana xwe anîne. Zêdetirî hezar jin hatine revandin û zêdetirî 65 hatine tecawîzkirin. Derbarê vê yekê de jî Saziya Mafê Mirovan a Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.
Piştî Şêrînê du zarokên cêwî man
Daxuyanî jî wiha ye:"Di 22'ê Kanûna 2020'an de komên çeteyên bi navê Cebhet El-Şamiyê û mîtên tirkan li ser mala hemwelatiyê bi navê Ebdo Izet Kinco Xemsî girtine. Jina bi navê Şirîn Resûl Mehmûd ya hevjintî bi Ebdo re kirî, nexweşa pênceşêrê û du canî ye, li ber çavê wê hevjina wê bi gaz û bi agir îşkence kirine û paşê jî birine cihek ne diyar. Ev rewş roj bi roj bandor li Şêrînê dike û di aliyê derûnê de bandor dibe. Piştî ku rewşa wê pir xerab dibe malbata wê dibe nexweşxaneya Qirxan yê Tirkiyê. Di wê nexweşxaneyê de Şirîn jiyana xwe ji dest dide û bi sezeryanê her du pitikên wê yên şeş mehî diwelidînin û dixin kuwetê de. Paşê cenazeyê Şêrîn radestî malbatê wê dikin û heta niha jî çarenûsa hevjînê Şirîn ne diyar e. Ji bo li ser bûyera Şirînê bê girtin, di 2'yê Sibata 2021'an de komên çeteyên Cebhet El-Şamiyê êrîşî ser gundê Şirînê dikin û mal û milkên welatiyan xêra dikin û welatiyên bi navê Mistefa Bekir Omer 62 saliye, Mistefa Mehmûd Henan 61 saliye, Mihemed Menan Ebdo 60 saliye û Mihemed Mistefa Hisiko 45 saliye dibin Navenda Polîsên Leşkerî ya çeteyan."