‘Li Efrînê jin, zarok û xweza bi her cure êrîşan re rûbirû ne’

Endama koordînasyona Kongra Star û jinên Efrînê der barê destdirêjiya li ser keçek deh salî li Efrîna dagirkirî helwest nîşan dan û gotin ku divê hesab ji sûcdaran bê xwestin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyek ji koma Amşet a bi navê Ehmed Memduh ve keçek deh salî ya ji navçeya Şiyê ya Efrînê rastî tecawizê hat. Kiryarên li dijî zarokan êdî her car xwe dubare dikin li herêmên dagirkirî her wiha kiryarên dijmirovî li dijî welatiyên herêmê di nava 5 salan de gelek zêde bûn.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê jî kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrîna dagirkirî ya ji destpêka 2023'an ve wiha ne; zêdetirî 13 jin hatine revandin û çarenûsa piraniya wan ne diyare, di heman demê de rojane jin û zarok li wan deveran rastî tecawizê tên. Ev kiryar li pêş çavên welatên cîhanê tên kirin lê dîsa cîhan xwe ker û lal dike û tu rêxistinên navneteweyî qaşo bi navê parastina mafên zarokan dikin tu helwest nîşan nedan û nebûn bend ji bo dadawîkirina kiryaran.

Endama koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê û jinên Efrînê ji ber bûyerên li dijî zaroakn helwestên xwe anîn ziman.

Heya ku dagirkerî hebe dê tecawiz bi dawî nebe

Endama koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Elîf Muhemed kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê anî ziman û got: "Kiryarên dewleta tirk a dagirker li Efrînê rojane berdewam dikin li dijî sivîlan. Di van rojên dawî de bûyera destirêjiya li ser zarokeke keç a dehsalî li hemberî çavên dinyayê rû da û bêdengî jî heya niha berdewam dike. Gelek komên çete yên cur bi cur li Efrînê dijîn lê siyaset û hişmendiya wan a qirkirin û tunekirina mirovahiyê yek e. Tecewiza li dijî zarokan li Efrînê ne cara yekem û ne jî dawî ye heya ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê bimînin. Li hemberî vê bûyerê saziyên mafên mirovan bi taybetî jî yên zarokan tu helwestên xwe nîşan nedan. Di heman demê de ji bêdengiya xwe jî derneketin. Wê kî mafê vê zarokê ji çeteyan bigre? Banga me ji jinên li wan deveran re ew e ku xwedî li zarokên xwe derkevin û dengê xwe li dijî dagirkeran bilind bikin, serî hildin. Divê li Efrînê serhildanek li dijî çeteyên dagirker çêbibe. Em ê bibin bend li hemberî binpêkirina mafên zarok û jinan. Êdî bes e dawî li kiryarên qirêj ên li dijî gelê me bînin û mafên wan biparêzin."

Divê hesab ji sûcdaran bê xwestin

Leyla Elî kiryarên dagirkeriyê yên li Efrînê şermezar kir û got: "Em kiryarên çeteyên dagirker ên dewleta tirk li Efrînî bi taybetî destdirêjiya li ser zarokan bi tundî şermezar dikin. Banga me ji hemû dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên zarokan re ew e ku xwedî li gelê sivîl li herêmên dagirkirî derkevin û mafên wan ên jiyanî bibparêzin. Êdî ew zaroka keç a ku rastî tecawizê hatiye, hem di aliyê fizîkî de hem derûnî de di rewşek gelek xirab de ye. Em dayîk tu carî van kiryarên qirêj û tund li ser zarokên xwe qebûl nakin. Divê ew çete were cezakirin. Em tu carî ranawestin heya ku mafê wê zarokê bê parastin."

‘Li Efrînê mirov û xweza bi erîşan re rûbibû ne’

Semîra Weqas bûyera tecawizkirina keçek li Efrînê bi tundî şermezar kir û ev tişt got: "Em destirêjiya li ser zarokên xwe şermezar dikin. Ne tenê mirov xweza û dîroka Efrînê rojane bi kiryarên dagirkeriyê re rûbirû ye. Banga me ji cîhanê re ew e ku li ser bûyera destdirêjiya li ser keçke li Efrînê bisekinin û xwedî helwest bin. Li Efrînê zarokatî tê qetilkirin. Ne di qanûnên cîhanê de û ne jî di tu olan de cihê vê yekê tune ye. Mixabin çete û dewleta tirk a dagirker hemû pîvanên exlaqî û olî binpê dikin.”