Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê du zarok îşkence kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/08/20240806-20240806-20210827-20210825-204715-vegerandina-efrine-jpg6be8e1-image-1-jpg0ac977-image-jpg6e59d8-image-jpge55ecb-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê îşkence li 2 zarokan kir û welatiyek revandin.
Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê da zanîn ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li gundê Gawenda û Şingêlê yên navçeya Raco ya Efrînê, îşkence li zarokê 16 salî Rênas O. û Xelîl O. yê 17 salî kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; komên paramîlîter hewl dan pereyên zarokan xesp bikin û piştî îşkenceyeke giran berdane.
Di heman demê de hat ragihandin ku welatiyê bi navê Xelîl Ebdo Cimo (41) jî duh li gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê hate revandin.