Li Efrînê du jin hatin revandin
Li Efrîna dagirkirî ya her roj mirov tên girtin û windakirin dayika du zarokan Ferîde Mistefa ya 28 salî û jina ciwan a Êzidî Arîn Delê Hesen hatin revandin.
Şehba- Li Efrîna 18’ê Çileya 2018’an ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatî dagirkirin her diçe nêçîra mirovan zêde dibe. Bi navê “ewlehiya siyasî” her roj ji nava kolanên bêdeng mirovan digirin û bê ser û şon dikin. Ji despêka meha îlonê ve 10 welatî hatine revandin. Ev hejmar li gorî agahiyên hatîn bidestxistine, ji xwe yên ku di kuçe û kolanan de tên revandin û haya kesê jê çênabe jî gelek zêde ne.
Aqubeta dayîka du zarokan Ferîde Mistefa û hevjînê wê nayê zanîn
Dayika du zarokan Ferîde Mistefa ya 28 salî ku hevjînê wê Mihemmed Ebdulqadir Sîro 1’ê Îlonê li benda kontrolê hatî girtin ji bo agahiyekê ji hevjînê xwe bigire ji malê derket û carekdin li malê û zarokan venegeriya. Aqubeta Ferîde Mistefa ya ji gundê Kurka yê navçeya Mebataya Efrînê jî weke ya hevjînê wê nayê zanîn. Çî bi her du zarokên wan jî bê nediyare.
Arîn Delê Hesen a Êzidî cara duyemîn revandin
Jina ciwan a Êzidî Arîn Delê Hesen a li gundê Kîmar a Şêrewa dijî jî du carin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatê revandin.
Çeteyên El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk ji bo Delê Hesen berdin daxwaza hezar dorlar fîdye dikin. Hîna jî nayê zanîn Arîn Delê Hesen li ku ye û çî pê hatiye.
Berî niha Arîn Delê Hesen 27’ê Sibata 2020’ê ji aliyê heman koma bi navê El hemzat ve hatibû girtin, piştî girtina salekê hatibû berdan. Arîn yek ji wan jinên di girtîgeha Efrîn a navendî (Asayîş) a berê ya li taxa Mehmûdiyê de bû ku dîmenên wan belav bibûn.