Li Efrînê di 2 mehan de 4 kes hatin qetilkirin û 94 kes jî hatin revandin
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ji destpêka salê vir ve li Efrîn a dagirkirî 2 jê jin 4 kes qetil kirin û 94 kes jî revandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240221-20220317-20210609-images-2020-efrin-jpg-webp3789ab-image-jpg88bd4b-image-jpg5054e9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Dewleta Tirk li kantona Efrîna ku di sala 2018’an de dagir kir, sûcên qetilkirin û revandinê berdewam dike. Ji destpêka îsal heta 20ˊê Sibatê 4 welatî hatin qetilkirin û 94 welatiyên din hatin revandin.
Meha Çileyê 2 jin hat qetilkirin, 15 jinên ciwan revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di bîlançoya xwe ya Çileyê de bi bîr xistibû ku dewleta Tirk û çeteyên wê 4 welatî di nav de 2 jin, qetil kirin. Her wiha li gorî rêxistinê, dewleta Tirk û çeteyên wê 53 welatî di nav de 15 jinên temenbiçûk û 2 zarok revandin.
Girêdayî heman mijarê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan di 20ˊê Sibatê de raporek li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê belav kir. Di raporê de hate bibîrxistin ku ji destpêka Sibatê û heta dîroka belavkirina vê raporê 41 welatî hatine revandin.