Li Efrînê çeteyan goristana Melek Adî xira kirin
Çeteyên Ehrir El Şam yên girêdayî dewleta Tirk goristana ‘Melek Adî’ ya ji bo êzidiyên Efrînê cihek pîroze xirakirin.
Naveda Nûçeyan – Li Efrînê di 18’ê Gulana 2018’an de ji ber dagirkeriya dewleta Tirk nûfusa Êzidiyan ji 25 hezaran daket 2 hezaran û zextên li beramberî Êzidiyan berdewam dike.
Di pêvajoya dagirkerina Efrînê ku di 20’ê Çileya 2018’an de destpêkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê destpêkê Êzîdî kirin hedef, li beramberî Êzidiyên ku bi dagirkeriyê re li bajar mane revandin, qetilkirin û şewitandina cihên pîroz, polîtakayên bi zorê kirina Misilman hat pêkanîn, ev polîtaka heta roja meya îro hîn berdewam dike.
Li gora zanayariyên ji çavakaniyên xwe cihî hatine girtin çeteyên Ehrar El Şam yên girêdayî dewleta Tirk gundê Qibarê yê girêdayî nafçeya Şera gorîstana Melek Adi ya ji bo Êzidiyan pîroz xirakirin.
Çeteyên dewleta Tirk beriya dû rojan di ciwanên ku li heman gundî diman ji bo bibin Misilman zorî lê kiribûn.