'Li Efrînê 79 jin û zarokên keç hatin revandin û îşkencekirin'

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di navbera salên 2021-2023’an de li Efrînê 79 jin û zarokên keç revandine û îşkence li wan kirine, 21 ji wan hatine qetilkirin.

SIRIN MIHEMED

Qamişlo – Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di sala 2018’an de kantona Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, ji wan komkujî, êrîş, destavêtin û revandina jin û zarokên keç gelek sûc û binpêkirin hatin belgekirin.

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinan a Qamişlo Şîrîn Colî got:"Tirkiye û çeteyên wê li herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê û Grê spî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine dikujin, direvînin, tacîz û destdirêjî jî di nav de gelek sucên dij mirovî pêk tînin.” Şîrîn Colî da zanîn ku Navenda wan  ji bo van belgekirina binpêkirinan ji cîhanê re ragihîne dixebite.

Şîrîn Çolî diyar kir ku herêmên dagirkirî rastî îşkenceyên herî giran ên fîzîkî û derûnî tên, piraniya binpêkirin û tawanan li dijî jin zarokên keç in û wiha gotinê xwe domand:"Armanca dewleta Tirk a ji qetilkirina jinan û binpêkirina mafên wan ên li herêmên dagirkirî, şikandina vîn, kontrolkirina civakê, koçberkirina gelên xwecihî û guhertina demografîk e."

79 jin rastî îşkenceyê hatin, 21 jin hatin qetilkirin

Şîrîn Çolî, anî ziman ku ji bo belgekirina sûcan bigihêjin herêmên dagirkirî zehmetiyan dikşînin û wiha pêlda axaftina xwe, "Tevî hemû zehmetiyan jî, em ji bo belgekirina sûcan dixebitin û ji saziyên mafên mirovan re dişînin da ku sûcdar bên darizandin. Navendê ji dagirkeriya 2018’an vir ve gelek binpêkirin û tawanên li Efrînê belge kiriye. Di sala 2021’an de 48 jin hatin revandin û îşkencekirin, 17 hatin qetilkirin. Di sala 2022’an de 27 jin û zarokên keç hatin revandin û îşkencekirin û 3 jî hatin qetilkirin. Di sala 2023’an de 2 jin û 2 zarokên keç hatin revandin, 1 kes hat qetilkirin."

Daneyên ku Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên di navbera salên 2021-2023’an de pêk aniye, ev in.

2021

*Di 2’ê Çile de çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke 50 salî ji gundê Kefer Şeyla û rêxistina bi navê Asayîşa Siyasî jî li navçeya Şêrawa ya Efrînê keçeke 24 salî revandin.

*Di 7’ê Çile de dagirkerên Tirk 3 keç ji gundê Hemam El-Turkman ê girêdayî Grî spî û çeteyan jî li yek ji nuqteyên kontrolê yên li deriyê gundê Uşaghiyê keçek revandin.

* Di 11’ê Çile de koma Silêman Şah a ku çûbû Efrînê jinek revandin.

*Di 19’ê Çile de koma Silêman Şah keçek ji gundê Hac Bîlal ê girêdayî Efrînê 16 salî revandin.

*Di 20’ê Çile de jinek ji aliyê sekvanên leşkerên Tirk ve hat qetilkirin.

* Di 23’ê Çile de li bajarokê Til Rifat jineke 50 salî di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest da.

* Di 1’ê Sibatê de çeteyan jinek 30 salî ji gundê Kafr Sefre yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

* Di 2'ê Sibatê de jî rayedarên Tirk jineke din a ji gundê Şîtka ya navçeya Mabata revand.

* Di 23’ê Sibatê de îstixbarata Tirk û çeteyên El-Hemzat 4 jinên di navbera 18-60 salî ji gundê Basûtê yê Efrînê  û jineke 21 salî ji heman gundî revandin.

*Jina ciwan a 21 salî ya ji gundê Maamal Uşaghî ya navçeya Mabata ya Efrînê, di 28’ê Adara 2021’an de piştî hefteyekê ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin, mirî hat dîtin.

*Di 22’ê Nîsanê de çeteyên El Hemzat jinek ji gundê Meydana yê navçeya Reco ya Efrînê revandin.

* Di 12’ê Gulanê de îstîxbarata Tirk 3 jinên ji heman malbatê yên ji bajarokê Şêxanê revandin.

*Di 30’ê Gulanê de jineke 64 salî ya ji gundê Buzikihê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê piştî 2 salan ji revandina xwe di girtîgehê de ji aliyê çeteyan ve di encama îşkenceya ku pêk hat de jiyana xwe ji dest da.

* Di encama bombebarana bêserûber a 12’ê Hezîranê ya li ser Kantona Efrînê de 4 jinên temenê wan di navbera 21 û 85’an de jiyana xwe ji dest dan.

*Di 24’ê Hezîranê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker keçek revand û birin girtîgeha gundê Îska.

*Di 28’ê Hezîranê de leşkeran jinek ji gundê Kataxê yê navçeya Mabata revandin. Piştî lêpirsîn û îşkenceya 3 rojan li Efrînê, piştî ku malbata wî fîdye da, serbest hat berdan.

*Di 7’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker jinek 60 salî ya ji gundê Hassiye-Mîrkan ê navçeya Mabata ya Efrînê 2 caran revandin. Jin ji bo fîdyeyê hat berdan.

*Çeteyên Sultan Murad di 11’ê Tebaxê de jinek ji gundê Kurt Kavlak ê Efrînê revand û roja din piştî ku çeteyên Sultan Silêman Şah “El-Amşat” ji Lubnanê vegeriya jinek hat revandin.

*Di 14’ê Tebaxê de çeteyên El-Cebha El-Şamiye jineke ciwan a 20 salî ji gundê Bremca ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê, leşkeran jî jineke 38 salî revandin. 

*Di 15’ê Tebaxê de leşkeran 4 jinên temenê wan di navbera 24 û 80’an de ji Cindirês, Şera û Reco yên Efrînê û di heman rojê de jinek jî ji gundê Kurt Qewlaq a girêdayî baskê Sultan Murad revandin.

*Di 17’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker bajaroka Zirgan a girêdayî Til Temir a bajarê Hesekê bombebaran kir û piştî 3 rojan çeteyên Eniya Şam jinek 35 salî revandin û keçek jiyana xwe ji dest da.

* Di 22’ê Tebaxê de leşkerên Tirk jinek 20 salî ji gundê Baadîno yê navçeya Mabata ya Efrînê revandin û piştî dayîna fidyeyê serbest hat berdan. Çeteyên Koma Mihemed Fatîh jî jinek ji gundê Maamlo revand.

*Di 25’ê Tebaxê de leşkerên Tirk 2 jinên ji gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

*Di 13’ê Îlonê de jinek ji gundê Korka yê navçeya Mabata ya Efrînê hate revandin.

*Di 21’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker jinek 30 salî ji bajarokê Kahera yê navçeya Mabata ya girêdayî Efrînê revand.

* Di 30’ê Îlonê de îstîxbarata Tirk jinek 65 salî revand.

*Di 1’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker 2 jinên ji gundê Atmana yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê bi hinceta ku perwerdehiya zimanê Kurdî didin, revandin. Jin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

* Di 2’ê Cotmehê de jinek ji gundê Dêrswanê yê navçeya Şera ya Efrînê hate revandin.

*Di 11’ê Cotmehê de jineke 32 salî ya ji gundê Kuba Hamşalik a navçeya Reco ya Efrînê di encama îşkenceya îstîxbarata Tirk de jiyana xwe ji dest da.

* Di 12’ê Cotmehê de îstîxbarata Tirk jineke 27 salî ya ji gundê Kafr Safra yê navçeya Cindirêsê revandin.

* Di 23’ê Cotmehê de jineke 50 salî ya ji gundê Kuba yê navçeya Reco ya Efrînê bi hinceta ku beriya dagirkirina herêmê beşdarî xwepêşandaneke girseyî bûye ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat revandin û piştî mehekê hat girtin.

*Grûpên çekdar her wiha 2 jinên 25 salî yên ji gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi tawana bazirganiya bi Rêveberiya Xweser re revandin.

*Di 3’ê Mijdarê de li gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê komên çete yên Şamê ve keçeke ji 5 salî biçûktir hat revandin.

* Di 23'ê Mijdarê de çeteyên koma Hamzat jineke ciwan a 23 salî girt. Jina ku ji gundê Elî Karo yê navçeya Bilbilê bi xwişka xwe ya Helebê re têkilî danîbû, piştî dayîna fîdye hat berdan.

*Di 26’ê Mijdarê de asayîşa siyasî ya artêşa Tirk a dagirker jinek 30 salî ji gundê Darkariye yê Efrînê revand.

* Di 1’ê Kanûnê de îstîxbarata Tirk jinek ji gundê Kefr Safra ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.

* Di 21’ê Kanûnê de li navçeya Zarkanê di êrîşa bombeyî de 4 jinan jiyana xwe ji dest dan.

* Di 26’ê Kanûnê de keçeke 21 salî ya ji gundê Dudiya ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hate revandin.

*Di 30’ê Kanûnê de di encama bombardûmankirina gundê El-Esadiya yê navçeya Zirganê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan.

2022

*Di 19’ê Çileyê de jinek ji gundê Kitmê yê navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve revandin.

* Di 26’ê Çile de îstixbarata Tirk jinek ji gundê Îska yê navçeya Şêrawa revand.

* Di 2’ê Sibatê de jinek ji navçeya Mabata ya Efrînê, jinek ku tê îdîakirin beriya dagirkirina kantonê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitî û jineke 45 salî ya ji gundê Dêrikê ji aliyê leşkeran ve hatin revandin.

*Di 23’ê Sibatê de çeteyên dewleta tirk jinek ji gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê û jinek jî ji gundê Maamlo yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

* Di 1’ê Adarê de îstixbarata Tirk jinek 47 salî ji gundê Şêx El-Hedîd ê Efrînê revand.

* Di 6’ê Adarê de jinek ji gundê Mûsako yê navçeya Reco ya Efrînê ji aliyê polîsên leşkerî ve hate revandin.

* Di 17’ê Adarê de jinek 50 salî ji Efrînê û jinek ji gundê Yalanquz ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji aliyê polîsên cil û bergên sivîl ve hatin birîndarkirin.

* Di 20’ê Adarê de li Efrînê jineke 42 salî bi hinceta ku beriya dagirkirina bajêr têkiliya wê bi saziyên Rêveberiya Xweser re heye ji aliyê polîsên leşkerî ve hat revandin.

* Di 24’ê Adarê de Hamzat Hizbi jinek ji gundê Kara Kulah a navçeya Bilbilê ya Efrînê revand.

*Di 24’ê Gulanê de polîsên bi cil û bergên sivîl jinek 50 salî ji gundê Kûriyê yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê bi hinceta ku di dema êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de di wêneyekî televîzyonê de cih digire, revandin.

*Di 6’ê Tîrmehê de koma Sultan Mihemed Fatîh 3 jinên ji gundê Mist Aşûra yê navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

*Di 24’ê Tebaxê de jineke 30 salî di encama hedefgirtina balafirên keşfê de jiyana xwe ji dest da.

* Di 25’ê Tebaxê de gundê Cenceliyê yê navçeya Reco ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafirên keşfê yên bê mirov hate hedefgirtin. Di êrîşê de jinek 70 salî jiyana xwe ji dest da.

* Di 5’ê Îlonê de jinek ji gundê Dar Kariye yê navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê çeteyên bi navê El Hemzat ve hat revandin. Di 13’ê heman mehê de îstixbarata Tirkiyê li herdu herêman 2 jinên 29 û 65 salî revandin.

*Di 30’ê Îlonê de îstîxbarata Tirk 2 jinên ji gundê Hassiye yê navçeya Mabata ya Efrînê bi hinceta ku bi Rêveberiya Xweser re bazirganiyê dikin, revandin.

*Di 12’ê Cotmehê de 2 jinên ji gundê Kurzelehê yê navçeya Şêrawa di encama şer û pevçûnên dijwar ên di navbera çeteyên Heyet 3’emîn a Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên El-Nusra de jiyana xwe ji dest dan.

*Di 9’ê Mijdarê de çeteyên El Hemzat jineke ciwan a 19 salî ya ji Girê Spî revandin û destavêtin kirin.

* Di 2'ê Kanûnê de îstîxbarata Tirk jineke 50 salî revand.

* Di 30’ê Kanûnê de îstixbarata Tirk û çeteyên wê 4 jin ji gund û navçeyên kantona Efrînê revandin.

2023

*Di 9’ê Çile de dewleta Tirk jinek 50 salî ji gundê Şêxotka yê navçeya Mabata ya Efrînê û jineke ciwan a 19 salî ji gundê Qasim ê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê revandin.

*Di 12’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker jineke ciwan a 19 salî ji gundê Qasim ê navçeya Reco ya Efrînê revandin. Çeteyên  El-Amşat jinek ji gundê Salo yê navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

*Di 5’ê Hezîranê de li Taxa Maarata ya Efrînê jineke 70 salî hat qetilkirin.