Li Efrînê 4 welatî hat revandin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Cindirêsa Efrînê yek di nav de jin 4 kes revandin. Hat hînbûn ku çeteyan ji malbatên kesên ku revandine fîdye xwestine.

Navenda Nûçeyan- Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên girêdayî dewleta Tirk li gundê Keferdela Jêrîn ê girêdayî Cindirêsa Efrînê yek ji wan jin 4 welatî revandin. Nayê zanîn kesên ku revandine birine li ku.

Ji malbatan fîdye hat xwestin

Navê welatiyên ku hatine revandin wiha ne: Elîf Hec Resûl, Newal Hec Henan (25), Mehmûd Ebdurehman Dawûd (41) û Ebdullah Hec Henan (45). Çeteyan ji malbatên kesên ku revandine fîdye xwestin.

Duh jî çeteyan welatiyê bi navê Amir Muslim Silêman (34) ê ku li gundê Hecîler ê girêdayî Cindirêsê dijî, revandibûn. Nayê zanîn ku Muslim Silêman bi ku ve birine.