Li Efrînê 2 xwişk ji aliyê MIT'ê hatin revandin
MÎT'ê li navçeya Şera ya Efrînê 2 xwişkên bi navê Hêvîn Yûsif Cuma û Meryem Yûsif Cuma revand.

Navenda Nûçeyan- Li gorî malpera Efrînnews 24, du xwişk li gundê Elkê yê navçeya Şerayê ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatine revandin.
Navên her du xwişkên hatine revandin wiha ne; Hêvîn Yûsif Cuma 16 salî û Meryem Yûsif Cuma 25 salî.
Hate zanîn ku sedema revandina her du xwişkan û aqûbeta wan ne diyar in.