Li Efrîna dagirkirî jinek jî di nav de 3 kes hatin revandin

Li Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, 3 kes ku di nav de jinek jî heye ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatin revandin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, 3 kes hatin revandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hêzên paramîlîter ên li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabata welatiyên bi navê Ehad Seydo û Nezîre Hemîd Mihemed birin cihekî ne diyar. Li gundê Hêkêçe yê navçeya Şiyê welatiyê bi navê Hisên Dilo ku hat tespîtkirin temenê wî 29 salî ye, ji aliyê hêzên paramîlîter ên ku xwe weke “polîsên sivîl” didin nasîn, hat revandin.

Di nûçeya ku ajansê de cih girt, her wiha hat diyarkirin ku komên paramîlîter ên bi navê El Hemzet bi sedan darên derdora gundê Kefir Mizê yê navçeya Şera birîn. Di heman demê de hate gotin ku hêzên Heşda Şeibî ya Sultan Murat ji malbata welatiyê bi navê Horo Hesen Hiso li hember girtina mala wî li gundê Dêrsewan a navçeya Şera 2 hezar dolar fidye xwestine. Hate diyarkirin ku komên paramîlîter ên Ehrar El-Şerqiye mal û xaniyên şêniyên Efrînê bi 2 hezar û 4 hezar dolaran kirê kirine.