Li Efrîna dagirkirî çeteyan parêzer Necah Omer revandin
Piştî jina ducanî Niemet Behcet Şêxo ya tevî zaroka pêrebû ji aliyê çeteyan ve bi îşkencê hat kuştin çeteyan parêzer Necah Omer Eros revandin û agahî jê nayê girtin.
Şehba - Hema bêje roj nîne li Efrîna dagirkirî jin neyên revandin. Jina ducanî Niemet Behcet Şêxo 11’ê Cotmehê tevî hevjînê xwe hatibû revandin û bi îşkenceyê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin. 23'ê Cotmehê jî parêzer Necah Omer Eros a 52 ji gundê Kûîra yê navçeya Raco, revandin. Îstixbarata Tirk û çeteyên yên xwe weke “Polîsên Sivîl” didin nasîn parêzer Necah Omer Eros revandin û ber bi cihek nediyar ve birin. Li gorî çavkaniyên herêmî parêzer Necah a bi îdiayên ENKS`ê bandor bû û ji bajarê Helebê vegeriya gundê xwe yê li Efrînê, bi hinceta ku berê bi saziyên Rêveberiya Xweser re kar dikir, hat revandin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hejmara jinên li Efrîna dagirkirî ji destpêka meha Cotmehê ve heta niha hatîn revandin gihîştî 14 ne.