Li Efrîna dagirkirî cenazeyê jinekê hat dîtin

Li ser rêya bajarê Efrîn-Ezaz a bajarê Efrîna dagirkirî cenazeyê jinekê hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Li Efrînê ku ji sala 2018’an ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, ewlehiya jiyanê ya jinan nîne. Di dawiyê de cenazeyê jineke ku navê wî nehat zanîn li nêzî gundê Kefercen ê navçeya Şera ya Efrînê li ser rêya Efrîn-Ezazê hate dîtin.

Di nûçeya malpera Afrin News 24 de têkildarî detayên bûyerê ti agahî nehatin bidestxistin.