Li Efganistanê qezaya trafîkê: Herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li başûrê Efganistanê ji ber qezaya trafîkê herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 38 kesan jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li başûrê Efganistanê ya li ser rêya Kandahar-Qabûlê qezaya trafîkê çêbû. Li gorî rayedarên trafîkê yên wîlayeta Helmandê, otobusa ji Heratê diçû Qabûlê, li herêma Grîşkê destpêkê li motorsîkletê ket û ajokar û rêwiyê motorsîkletê mirin.

Ajokarê otobusê piştre kontrola wesayitê winda kir û li tankerekê ket.

Berdevkê walîtiyê Mûhammed Kasim Riyaz ji AFP'ê re axivî û got, "Serê sibehê li wîlayeta Helmandê otobus, tanker û motorsîkletek li hev ketin, di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan."

Daîreya Enformasyonê ya Eyaletê diyar kir ku di qezayê de 38 kes birîndar bûne. Di tankerê de benzîn hebû, lewma bi qezayê re agir bi wesayitan ket.

Di Kanûna 2022'an de di encama qezayekê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.