Li Efganistanê qedexeyên nû

Wezareta Belavkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina bêexlaqê ya Talîbanê dijî jinan qedexeya “Bi dengekî ku qasî civak bibîhîse” anî.

Navenda Nûçeyan- Rêvebiriya Talîbanê ya li Efganistanê rêzek din a qedexeyan ku “bi dengekî ku tê bihîstin di nav gel de diaxivin” pejirand. Rêgezên nû bi tevahî qedexe dike ku jin rûyê xwe li derveyî xaniyên xwe nîşan bidin. Di zagona nû de dengê jinan weke "bêexlaqî" tê binavkirin. Di zagonê de: "Jina mezin dema ku ji mala xwe derdikeve divê deng, rû û laşê xwe veşêre." Ev qayde ji sala 2022’an û vir ve bi biryarnameyên li welat tên sepandin, lê bi zagona herî dawî re fermî bûne.

Qedexeyên hindirê malê jî hatin destpêkirin

 Xalên qanûnê wiha ne: "Jin ji bo 'ji bo nekeve gunehê' divê rûyê xwe veşêre. Dengê jinê di çarçoveya 'heram' tê dîtin û divê li cihê giştî neyê bihîstin. Divê dengê bilind ên jinê di nav malê de jî  stran û xwendina pirtûkê neyê bihîstin, divê cil û bergên jinan ne tenik, kurt û teng bin. Divê jin beden û rûyên xwe ji mêrên ku bi xwîn û zewacê ve ne girêdayî ne veşêrin, nihêrîna li beden û rûyê jinan qedexe ye û heman tişt ji bo jinên mezin ên ku li mêran dinêrin jî derbas dibe."

Destûr nayê dayîn ku jin bi tena serê xwe li taksî siwar bibin

Her wiha ji mêran re qedexe ye ku porê xwe bi awayekî ku zagonên şerîetê binpê dike. Talîbanê her wiha qedexe kir ku berberan rîh bişon an jî bibire. Quralên nû ji mêran re hewce dike ku rîhên xwe bi dirêjahiya destan mezin bikin û lixwekirina kravatan jî qedexe ye. Her wiha zagon qedexe dike ku jin bi tena serê xwe taksiyê siwar bibin û li kêleka mêran rûnin. Qedexeyek din li ser nexşeyan e. Li gorî vê yekê xêzkirina wêneyê çûk, heywan an jî malbatekê jî qedexe ye.

Her wiha kirîn û firotina peykerên ku zîndiyan nîşan didin jî hate qedexekirin. Kesên ku van rêgezan binpê bikin, dikarin ji cezayê pereyan heta sê rojan cezayê girtîgehê bistînin. Zagona ku ji aliyê serokê Talîbanê Haybetullah Axundzade ve hatiye erêkirin, heta niha neketiye meriyetê.