Li Efganistanê mirinên bi guman ên jinan zêde dibe

Li Efgansistanê ku Talîban rêveberiya wê desteser kir, qetilkirina jinan her roja ku diçe zêde dibe. Di van demên dawî de bi taybet dibin navê ‘întiharê’ de gelek mirinên jinan yên bi guman hatin jiyîn.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl - Li Efganistanê Talîban ku di 15’ê tebaxa 2021’an de rêveberiya welat desteser kir, ji bo dengê jinan li dijî bê edaletiyê bilind dibe bêdeng bike, di destpêkê de jin hewl dide di nava mirovan de tirsê ava bike. Ji bo veşartina sûcên xwe gelek pêkanînên zextê yên weke tundî, komkujî, îşkence, binçavkirin û girtin xistiye meriyetê. Polîtîkayên dijiminatiya jinan yên Talîban zêde bûye. Li dijî vê pêl bi pêl têkoşîna jinan berdewam dike. 

Ajansa me qetikirin û mirinên bi guman yên jinan di meha Tîrmeh-Tebaxê de ku di çepemeniyê de teyîsî berhev kir. Di nava vê mehê de 6 jin, 3 zarok hatin qetilkirin, mirinên bi guman ên 5 jin û zarokek jî di qeydan de weke ‘întihar’ derbas bû. Divê bê diyarkirin ku ev îstatîstîk beşek biçûk ya rastiyê ye. Piraniya mirinên bi guman û qetilkirin ji aliyê malbat û endamên Talîbanê ve tên girtin.

*21 Tîrmeh: Li navçeya Narî ya bajarê Kunar di encama êrişa bi gule de zarokek keç jiyana xwe ji dest da, dayika zaroka keç û dû xwîşk û birayên wê birîndar bûn.

*22 Tîrmeh: Li navenda eyaleta Badakhshan jina ciwan a bi navê Muşgan ya 27 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, weke ‘întihar’ ket qeydan.

*24 Tîrmeh: Li navçeya Kerkh ya bajarê Harat Mahmazî Ahmer ya 30 salî ji aliyê biryê ve hate qetilkirin.

*26 Tîrmeh: Li navçeya Şirin Tagab ya wîlayeta Faryab jinek ciwan ya dû canî hate qetilkirin.

*26 Tîrmeh: Li girtîgeha Talîban ya li herêma Pencap ya eyaleta Bamya jina bi navê Tahira piştî hate berdan bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, weke ‘întihar’ kete qeydan. 

*5 Tebax: Li navçeya Khash ya eyaleta Badakhshan jinek ku bi zorê bi endamek Talîban re hatî zewicandin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, weke ‘întihar’ kete qeydan.

*6 Tebax: Li navçeya Almar ya eyaleta Faryab Nargisa 14 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, weke ‘înithar’ kete qeydan.

*10 Tebax: Li navçeya Peştankot ya eyaleta Faryab Mozhgan ya 18 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, weke ‘întihar’ kete qeydan.

*11 Tebax: Li navçyea Qorm Kul ya wîlayeta Faryab jinek bi navê Sureyya bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, weke ‘întihar’ kete qeydan.

*12 Tebax: Li Torkham di pefçûnên di navbera muhavizên sînorê Pakistanê û Talîban de jinek Efgan û dû zarok hatin qetilkirin.

*21 Tebax: Li herêma Daikundî 4 mêran li ser mala Goljan ya 43 salî de girtin û Ghafoor ya 27 salî bi çekê hate qetilkirin.

*21 Tebax: Li navçeya Hayber ya wîlayeta Faryab, Kamela Necibullah ya 19 salî ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin.