Li Efganistanê keç ji xwendinê bêpar tên hiştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Efganistanê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovî kir ku piştgiriya jin û keçên Efganistanê bikin. Tekez kir ku mafê perwerdeyê yê keçan ji aliyê tu kes û rêveberiyê ve nayê astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Efganistanê (AHRW) di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê tora dîjital belav kir de, bal kişand ser mafê perwerdeyê yê keçan û bang li civaka navneteweyî, saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovî kir ku li gel jin û keçên Efganistanê bisekinin.

Rêxistinê her wiha diyar kir ku mafê her keçekê heye ku perwerdeyê bibîne û paşeroja xwe bi awayekî azad ava bike, her wiha destnîşan kir ku tu kes an jî rêveberî nikare vî mafê bingehîn ji destê wan bigire.

Keç ji xwendinê bêpar tên hiştin

Di daxuyaniyê tê gotin ku gihîştina keçan a ji bo perwerdeyê hîn jî qedexe ye û hat tekezkirin ku tevî derbasbûna nêzî pênc salan di ser bêparhiştina wan a ji perwerdeyê re, gelek xwendekarên keç hîn jî hêviya xwe ya vegera li dibistanê û berdewamkirina xwendina xwe diparêzin.

Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021'an de ji nû ve hat ser desthilatdariyê, dawî li perwerdeya xwendekarên keç ên ji pola şeşan bilindtir anîbû. Di dema derbasbûyî de ev qedexe hîn jî berdewam dike û ev pêkanîn ji aliyê saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovî û gelek welatan ve bi awayekî berfireh tê rexnekirin.