Li Efganistanê jin tevî zextên Talîbanê rêxistinbûna xwe berdewam dikin

Li Efganistanê jin, li dijî pêkanînên Talîbanê yên rûmeta jinan dişkînin, bi komên biçûk li malan kom dibin hem piştevaniya hev dikin û hem jî xwe bi rêxistin dikin.

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan- Ji roja ku Talîbanê rêveberiya Efganistanê girtiye dest xwe heta niha zextên li dijî jinan berdewam dikin. Jin li dijî pêkanînên girtin, îşkence, heqaret û pêkanînên din ên ku rûmetê dişkînin, bi awayê komên biçûk li malan tên ba hev û xwe bi rêxistin dikin.

Trife Yaqoubî û jinên din ku ji ajansa me re axivîn ev tişt anîn ziman: “Talîban dem bi dem îşkenceyê li me dike. Li ser gelek cihên bedena me şopên lêdanê hene lê belê li gelek bajaran jin weke komên 4,5 kesî kom dibin, li dijî hikumeta Talîbanê xwe bi rêxistin dikin. Jin li dijî sekna pêşbiryara Neteweyên Yekbûyî û welatên din û ji bo sûcên Talîbanê werin naskirin, rabûne ser lingan. Tevî ku Talîbanê bi ser malekê de girt û 6 jin girtin jî jin li malan kombûna xwe berdewam dikin.”

Li aliyê din, jinên ku neçar bûne koçî welatên cîran û welatên rojava bikin, li welatên ku çûne jinên Efganistan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Yek ji van jinan jî Tamna Zaryab Parvarî, bi daxwaza ku welatên rojava dest ji piştgiriya Talîbanê berdin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.