Li Efganistanê ji ber lehiyê 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku li wîlayeta Gor a Rojavayê Efganistanê ji ber barana zêde lêhî rabûye û herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku li Efganistanê ji hefteya borî ve heta niha ji ber lehiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane hene. Li wîlayeta Gor a rojavayê welat barana zêde rê li ber lehiyê vekir û herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Berdevkê walîtiya Gor, Abdulvahî Hamas bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji duh heta niha ji ber bandora lehiyê 50 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî winda bûne. Berdevk da zanîn ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, li navçeya Firuzkuh jî 2 hezar malan xisar dîtine, nêzî 1000 lawir telef bûne û bi hezaran donim eraziyê çandiniyê nayên bikaranîn.

Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (OCHA), di 10, 11’ê Gulanê de ji ber lehiya li Efganistanê xisara herî zêde li 21 navçeyên wîlayetên Baglan, Tahar û Badahşan çêbûye. Bernameya xwarina cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ragihandibû ku bi giranî wîlayeta Baglan jî di nav de ji ber lehiyê zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.