Li Efganîstanê di lehiyê de 33 kes mirin

Li Efganîstanê di 3 rojên dawî de ji ber lehiya ku ji ber baranê rabû herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Li Efganîstanê baran li paytext Kabîlê, li rojava bajarên Farah û Herat, li başûr jî parêzgehên Zabul û Kandaharê veguherî lehiyê. Hat ragihandin ku di karesata lehiyê ya 3 rojên dawî de herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku di karesata lehiyê de derdora 200 heywan telef bûne, zêdeyî 600 xanî zirar dîtine an hilweşiyane, bi qasî 800 hektar zeviyên çandiniyê û 85 kîlometre rê jî zirar dîtine. Ofîsa meteorolojiyê pêşbînî dike ku di rojên pêş de li piraniya 34 parêzgehên Efganîstanê baranek pir zêde bibare. 

Li welatê ku bi salan e şer û dagirkerî lê diqewimin, binesaziya ne têrker weke faktora herî mezin a zêdebûna windabûnê tê nîşandan.