Li Efganistanê barana bi bandor: 15 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Efganistanê barana zêde rê li ber lêhiyê vekir, 8 kes di lêhiyê de, 7 kes jî di encama birûskê de jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê li welayeta Ghor û bajarê Herat barana bi bandor rê li ber lêhiyê vekir. Ji ber lêhiyê 189 avahî bi temamî hilweşiyan yan jî beşek jê hilweşiyan, hezar û 142 zeviyên çandiniyê dibin avê de man û 11 hezar û 450 lawir telef bûn. 

500 malbat ji cihên xwe bûn

Xelkên herêma Herat diyarkirin ku nêzî 30 malan bi temamî hilweşiyane, ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dane. Rêya di navbera Chahar Sada û Marghab ya bi Ghor ve girêdayî ji gihandinê re hate girtin, 500 malbat ji cihên xwe bûn. Wezareta Koç û koçberan ya Efganistanê diyarkir ku malbatên ku ji cihên xwebûne li çiya û di hewaya vekirî de jiyan dikin û pêwîstî bi alîkariya lez heye. Di lêhiya ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dayî de bi fikarin ku hejmar zêdetir bibe.

Li wîlayeta Uruzgan di encama biruskê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan, 10 kes birîndar bûn. Li wîlayeta Farah xisarek zêde ya madî çêbû.