Li Efganistanê 2.6 milyon keç ji perwerdê bêpar man
UNICEF ragihand ku di nava pênc salên derbasbûyî yên li Efganistanê de, zêdetirî 2.6 milyon keç ji xwendinê hatine bêparkirin û hişyarî da ku ev qeyran ne tenê pêşeroja jinan, her wiha aboriya welêt jî bi metirsiyeke mezin re rûbirû dihêle.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku di nava pênc salên desthilatdariya Talîbanê de, zêdetirî 2.6 milyon keç li Efganistanê ji perwerdehiya navîn bêpar mane. Ev rewş Efganistanê dike yekane welatê cîhanê ku keç û jin bi awayekî sîstematîk ji perwerdehiya navîn û bilind hatine dûrxistin.
Rêvebira UNICEF’ê Catherine Russell di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku her çend pênc sal di dîroka welatekî de demek kurt xuya bike jî, di jiyana keçekê de ew heyam “gavek girîng û diyarker” e.
Perwerde wekî mertalek parastinê ye
Russell tekez kir ku dibistan tenê ne cihê fêrbûnê ye, her wiha dengekê dide jinên ciwan, derfetê dide wan ku bigihîjin potansiyela xwe ya tevahî û mertalekê li dijî keda zarokan, zewaca zû, tundî û îstîsmarê diafirîne. Bi girtina dibistanan re, keçên Efganistanê di demekê de ku herî zêde hewcedariya wan bi vê parastinê hebû, bêpar man.
Bandorên li ser nifşê pêşerojê û kedkarên jin
UNICEF’ê bal kişand ser analîzeke xwe ya meha Nîsanê; li gorî vê analîzê, welat heta sala 2030’an bi xetereya windakirina 20 hezar mamosteyên jin û 5 hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê yên jin re rûbirû ye.
Her wiha hate destnîşankirin ku hejmara mamosteyên dibistana seretayî yên jin di navbera salên 2022 û 2024’an de ji sedî 9 kêm bûye; ango ji nêzî 73 hezaran daxistiye 66 hezaran. Nûnertiya jinan di xizmeta giştî de jî di navbera salên 2023 û 2025’an de ji sedî 21 daketiye sedî 17.7’an.
Barê aborî û encamên tenduristiyê
Rêxistinê diyar kir ku sînorkirinên li ser perwerdehiya keçan û karê jinan, salane nêzî 84 milyon dolar ziyanê dide aboriya Efganistanê.
Di dawiyê de hat hişyarkirin ku ev encam bandorê li nifşên pêşerojê jî dikin. Bi zêdebûna hejmara dayîkên nexwende re, zarok bi xetereyên giraniya kêm a jidayîkbûnê, nebûna vakslêdanê û astengiyên di pêşketinê de rûbirû dimînin. Rêvebirê Giştî yê UNICEF’ê bang li rayedarên Talîbanê kir ku sînorkirinên li ser perwerdehiyê rakin û destûrê bidin hemû keç û jinan ku tavilê vegerin dibistan û zanîngehan.