Li DYE’yê çalakiyên ji bo Filistînê berdewam dikin

Hat zanîn ku di çalakiyên piştevaniya bi Filistînê re ku li tevahî zanîngehên DYE’yê hat lidarxistin de, nêzî 2 hezar û 500 kes hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li DYE’yê xwepêşandanên li dijî Îsraîlê hema bibêje li hemû zanîngehan belav bû. Hat ragihandin ku hejmara kesên di çalakiyên ji 18’ê Nîsanê ve heta niha berdewam dikin de hatin binçavkirin nêzî 2 hezar û 500 kesan e. 

Li tevahiya welat, di dawiya hefteyê de tevî mudaxeleya polîsan çalakiyan berdewam kir. Li zanîngeha DePaul a li bajarê Chicagoyê di navbera xwendekarên alîgîrên Filistîn û Îsraîlê de pevçûn derketin. Di çalakiya li zanînageha Virginia ya li bajarê Charlottesville hat lidarxistin de 25 alîgirên Filistînê hatin binçavkirin. Li zanîngeha başûrê Californiayê (USC) xwendekarên ku piştgirî didan Filistînê hatin dûrxistin û kampa ku ji bo piştevaniya Xezayê danîbûn hat rakirin. 

Li bendê ye ku li zanîngehên DYE’yê hefeya li pêş tevî merasîma mezûniyetê ku tê plankirin were lidarxistin wê çalakiyên piştevaniya bi Filistînê re berdewam bikin.