Li DYE jin bi daxwaza wekheviyê daketin kolanan

Beriya ku Donald Trump dest bi kar bike, li paytexta DYE, Washingtonê jinan bi daxwaza mafê kurtajê û wekheviyê "Meşa Jinan a 2025'an" li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – "Meşa Jinan a 2025'an" li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Washington D.C. beriya Donald Trump dest bi kar bike hat lidarxistin. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de, daxwazên mafên jinan û wekheviyê derketin pêş.

Bi hezaran kesên ku li Washingtonê kom bûn, Donald Trump ê ku dê di 20’ê Çileyê de dest bi wezîfeyê bike şermezar kirin û daxwazên xwe bi taybetî der barê mafên kurtajê de anîn ziman. Girseya gel ji Bîrdariya Lîncoln a Washingtonê heta qada Qesra Spî meşiya û daxwazên xwe yên ji bo kurtaj, mafên jinan, LGBTI+ û mafên koçberan anîn ziman.

Di 20’ê Çileya 2017’an de, roja ku Donald Trump yekem car weke serokomar dest bi wezîfeyê kiribû, bi sed hezaran kesan li Washingtonê di mîtînga bi navê "Meşa Jinan" de serokomariya Donald Trump protesto kiribûn.