Li DYA’yê ji bo mirina bi guman a zarok lêpirsîn li polîs hat vekirin

Li DYA’yê der barê polîsê ku dihat îdiakirin dawî li jiyana Jaylee Chillson a 14 salî aniye lêkolîn hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Li Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) van rojan mirina Jaylee Chillson a 14 salî di rojevê de ye.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin tê îdiakirina ku Jaylee Chillson bêyî agahiya malbata xwe çûye partiyê, bavê wê agahî daye polîsan. Dema polîs çûn cihê bûyerê cenazeyê Jaylee Chillson ê bi çek hatiye kuştin dîtin.

Polîsan li ser tiştên hatin jiyîn dema bavê Jaylee hat cihê bûyerê pirs kir diyar kir ku ji bo keça wan vegere malê hewl dane wê îqna bikin, di wê demê de dawî li jiyana xwe aniye. Bavê wê ji bo dilê wê yê ku lê nedida bixebite 15 kêliyan hewl da be jî Jaylee li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 

Midûriyeta Emniyeta Kansasê di dema bûyerê de ji ber polîs li wê derê bûn lêpirsîn hat vekirin.